Li Mêrsînê mafê 50 jinan hat îhlalkirin 2021-05-31 15:12:35   MÊRSÎN - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê rapora xwe ya binpêkirina mafên jinan a salekî aşkera kir. Li gorî raporê di nava salekî de mafê 50 jinan hat îhlalkirin.    Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHDP) ya Mêrsînê rapora xwe ya derbarê îhlalkirina mafên jinan de ya adara 2020'an heta nîsana 2021'an aşkera kir. Rapor bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta "Em dev jî Peymana Stenbolê bernatin" hat vekirin. Endama komîsyonê Zeynep Benlî, daxuyanî xwend.   Zeynep, diyar kir ku di sala 2020'an de 36 û îsal heta nîsanê jî 14 jinan serî li ÎHD'ê dane û got: "Bi tevahî li bajêr mafê 50 jinan hat îlhalkirin. Her roja ku derbas dibe binpêkirina mafên jinan zêde dibe. Jinên ku serî li komeleyê didin alîkariya hiqûqî tê dayîn."   Zeynep, wiha bal kişand ser serlêdanan: "Bi betalkirina Peymana Stenbolê re şîdeta bi destê dewletê hat meşrûkirin. Li girtîgehan jin bi şîdetê re rûbirû dimînin û lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Hem li girtîgehê û hem jî di dema sewqan de girtî bi şîdetê re rûbirû dimînin. Her wiha heta îro jî pirsgirêka jinên ku bi zarokên xwe re li girtîgehê dimînin nayê çareserkirin."   Zeynep, destnîşan kir ku penaberên jin jî bêtir bi êriş, taciz, tecawiz û kedxwariyê re rûbirû man û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin li dijî şîdet û cudakariyê têdikoşin. Jin tu carî dev ji jinan bernadin, dê bi hev re têbikoşîn û li ber xwe bidin."