Li Mexmûrê koma 84'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-05-31 10:03:47     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin, îro koma 84’an  dewir girt. Çalakî 165 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 165 roj in berdewam dike îro koma 84'emîn greva birçîbûnê dewr girt.   Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 83’yemîn Gulê Kara axivî û wiha got: "Weke tê zanîn demekî dirêje li wargeha me ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hat destpêkirin. Armanca me ya sereke azadiya rêberê me ya fizîkiye. Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên peywendîdar ew e ku bêdengiya xwe ya heye niha bişkênin û xwedî li berpirsyartiyên xwe derkevin. Ji bo Gelê Kurd jî dibêjîn êdî dema azadiyê ye dema serkeftinê ye divê em dengê xwe bilind bikin."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.