‘Girtiyên siyasî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû ne’ 2021-05-31 09:04:56     COLEMÊRG - Hevseroka navçeya navendî ya HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bidawî bibe û got bi qanûna înfaza nû re, li hember girtiyên siyasî pêkanînên kêfî tên meşandin.   Greva birçîbûnê ku girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dabûn destpêkirin di roja 186’an de didome. Rayedaran hîna bersivek erênî nedaye daxwazê girtiyan û berovajî vê binpêkirin roj bi roj girantir dbin. Di 14’ê Nîsana 2020’an de bi guherîna qanûna înfazê ya hat qebûlkirinê ji bo rêveberiyên girtîgehan jî rayeya nirxandina girtiyan hatibû dayîn. Lijneyên rêveberiya girtîgehan û çavdêriya wan ku ji aliye rêveberiyên girtîgehan ve hatine avakirin, wê ji bo kesên ku ji 10 salan zêdetir ceza li wan hatiye birin û kesên ku bi îdaya “rêxistin avakirin û bûne endamên rêxistinê” biryarê bidin ku bên berdan û derbasî girtîgehên servekirî bin.   ‘Divê tecrîd bê rakirin’   Hevseroka navçeya navendî ya Colemêrgê ya HDP’ê Sînem Seven destnîşan kir ku girtiyên siyasî bi pêkanînên kêfî re rû bi rû ne û 22 sale Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Sînemê daxuyakirin ku tecrîd di şexsê gelê Kurd de tê meşandin û wiha pê de çû: “Hevalên me li dijî tecrîdê ev 183 rojin di greva bêdem û dorveger de ne.  Di pêvajoya pandemiyê de ev girantir derbas dibe. Ji ber nexweşiyê hevalên me nayên dermankirin û baş xwedî nabin. Divê ev grev bidawî bin. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin.”   ‘Tecawizkar û mafyayê jê fêde girt’   Sînemê destnîşan kir ku  ji ber pandemiyê li girtîgehan ji rewşa baş ceza hatine daxistin, lê girtiyên siyasî ji vê fêde negirtine û wiha daxuyand: “Tecîzkar, maf, diz û hişbir firoşan fêde jê girt û cezayê wan hat daxistin. Lêgerîna edeletê ya girtiyên siyasî çêbû. Lê mixabin jê fêde negirtin.”   ‘Terkî mirinê kirin’   Sînemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelek girtiyên nexweş yên di ser temenê 65’î de hene û wiha dawî lê anî: “Gelek girtiyên nexweş hene. Lê ji rewşa baş fêdeyê nagirin. Di rewşa normal de divê girtiyên siyasî jî ji rewşa baş fêde bigirtana. Lê tecwizkaran, dizan û mafyayê fêde girt. Yanî girtiyên siyasî terkê mirinê kirin. Yekane daxwaza me ev e ku tecrîda li ser Rêbertî û hemû girtî girtîgehan bi dawî bibe.”