‘Tu ferqa stargehan ji girtîgehan tune ye’ 2021-05-31 09:02:11     ENQERE - Yek ji jinên ku ji ber şîdeta mêr li stargehê bi cih bû got: “Çima dewlet çareyekê nabîne? Gelo divê mêr min bikuje û derkeve televîzyonan û wê bi wan mêran serbilind bibin.”   Li her derê cîhanê şîdeta mêr xwe nîşan dide û li Tiriyeyê jî derketiye asta herî jor. Bi qanûna înfaze ya di 11.04.2020’an ya ji meclîsê hat derbaskirin û bi feshkirina peymana Stenbolê re, şîdet û kuştina jinan zêdetir bû. Pergala serdest ya mêr ku jinê li dijî mêr bê çare dihêle, gaveke ku pêşî li şîdeta li ser jinê bigirin navêjin. Rayedarên divê jinê biparêzin, stargehan nîşan didin û jinên li wan bi cih dibin jî mehek şûnde direvin û kolanan tercih dikin. Jin stargehan ji ber şert û mercan dişibînin girtîgehan.  Ji ber çareyek din ya jinan tune ye, tevî dizanin wê li kolanan bimînin jî ji stargehan derdikevin.   Jinên ku di civakê de jî ewlehiya wan tune ye, dema ji mîkrofonan re diaxivin jî berê xwe nadin kamerayan. Yek ji van jinên ku ji ber ewlehiyê navê xwe neda jî N.Ş. ye. N.Ş.  diyar kir ku 25 salan rastî şîdeta mêrê pê re zewiciye hatiye û sê sale dest jê berdaye, lê hîna jî tê tehdîdkirin. N.Ş. ku ewlehiya canê wê û cihê lê bimîne tune ye, banga alîkariyê li rayedaran kir.   ‘Her roj bi lêdanê derbas bû’   N.Ş. 44 saliye dayika 3 zarokan e. Ji aliyê mêrê pê re zewiciye ve her roj rastî şîdeta psîkolojîk, fîzîkî û gotinî hatiye. N.Ş. ya ku herî dawî bi zarokê xwe yê biçûk re diçe stargehê got: “Heta ji destê min hat ji bo ku malbat belav nebe min têkoşîn da û fedakarî kir. 25 salan bi vî awayî jiyam. Bi zarokên min re jiyanek min ya hilweşyayî û şikestî hebû. Hevjînê min her tim heqeret dikir, li min dida. Ne min ne zarokên min, me hezkirin jê nedît.  Ne bavtî ne hevjîntî kir. Ji roja zewicîm roja min bê lêdan derbas nebû. Rastiyên min her tim şaşiyên wî bûn. Hem rastî hem şaşiyên wî her tim şîdet bû. Mêrantî bi şîdetê heyî dikir.”   ‘Tu yê bi kefen ji hundir derkevî’   N.Ş.  wiha berdewam kir: “Her cara şîdet li min kir çûm cem malbatê. Lê gotin malbata xwe belav nek û ez şûnde şandim malê.Tevî şîdetê gotin biçe û neyê. Min 25 sal bi vî kesî re derbas kir. Herî dawî ez çûm stargehê. Min nizanibû ka stargeh baş e an xerabe. Ez çiqas rastî şîdetê hatibim jî malbatê got tu bi bûkaniyê çûye tuyê bi kefen ji wir derkevî. Ez jî dayik im, zarokên min jî hene. Lê ez ji bo wan têdikoşim.”   ‘Wek girtîgehê bû’   N.Ş. ev tişt anî ziman: “Min zarokên xwe girtIN û çûm qerekolê. Min rewş vegot. Gotin tu ku dixwazî em te bişînin wir. Gotin dixwazî em bibin cem malbatê. Min got ji malbatê xêr tune ye, min bibin stargehê. Min gelek êş ji xwe kişandibû. Şîdest li min hatibû kirin. Li stargehê şîdet û êş tunebû lê, ji bilî wê her tişt hebû. Mehekê li stargehê mam lê wek girtîgehê bû. Li wir xwarin, çay û cigareya te, her tişt bi sînore. Mirov nikarin derkevin derve. Du rojên hefte mirov dikarin derkevin derve. Ew jî saet heta 5’ê êvarê, tu 5’an de negihêjî girtekê digirin.  Her kes diket dorê, cil bi destan dihatin şûştin. Ew jî saetek û roja wê hebû. Li stargehê wek leşkeriyê zextên giran hebûn. Piranî jin di bin zextên psîkolojîk de bûn. Piskolojiya jinan xera dibû. Jinên ji mêran dikşînin ji xwe ji pêvajoyek giran derbas bûne. Li wir her kes karê xwe dike. Em heta êvarê di hundir de bûn. Jin gelek bêzar dibin. Ji xwe hemû alavan digirin û dibin revîrê. Dibêjin li ser alavan hun şer dikin. Gelo ma çima jin şer bikin? Jin ji pevçûn û şer reviyane û hatine vir. Hun normal tevbigerin ku jin xwe hinek baş bikin. Lê ev derfet nayê dayîn. Hun ewqas tiştî qedexe bikin wê dizî jî li wir hebe. Jinan li stargehê mahkumê birçîbûn û bê perebûnê dikin.    ‘Xuyaye ji kuştina jinan kêfxweş dibin’   N.Ş. destnîşan kir ku çima xwedî li jinan dernayên û wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê jin ne azadin. Derfetan nadin jinaN. Dema jin tên kuştin dîsa jin sûcdar tên dîtin. Çima me jinan dikin vê rewşê. Qaşo serokwezîr, polîs, dadger, dozger û parêzerên me hene.  Em ne ecizin, em ne bêkesin. Mînak ez wek jinekê xwe bêçare û bê ewle hîs dikim. Çima dewlet çareyekê nabîne. Ez têm gel we û starê dixwazim, wê demê xwedî li min derkevin. Ev dewlet tevî ku alîkariyê nade, xuyaye ku bi kuştina jinê jî kêfxweşe. Herwiha stargeh gelek xerab bû. Zarokê min enfeksiyon girt.  Doktorê revîra wir ez şandim ocaxa tenduristiyê. Ji ber em derketin derve mêrê  min dest jê berdabû lê navnîşan fêr kir û her roj ez tehdîd kirim. Ez ketim fikaran û tirsiyam. Ez ji ber ewlehiyê çûm stargehê lê wan wisa ez dam dest. Wî kesî navnîşan fêr bû û hat li avahiyê geriya. Min stargeh wek cihê bi ewle dihesiband. Min got wê dewlet xwedî li min derkeve. Lê ji bo zarokan cihekî gelek xerabe. Zarok tengezar dibin.  Ji bo min tu ferqa stargehê ji girtîgehê tune ye. Ji ber ewlehiya min tunebû ez jê derketim.”   ‘Ger mafê jinan hebûna wê wisa nebûna’   N.Ş. bi lêv kir ku piştî derketiye çûye cem hevalek xwe û wiha daxuyand: “Em çûn mala hevala min lê wisa jî nedibû. Zarokê min biçûk bû, ez nikaribûm bixebitiyama, ji wî mêrî ditirsiyam. Ji ber ku her roj peyamên tehdîdê dişandin. Dema di stargehê de bûm peyam dişand digot ez ê te bi çekê bikujim. Ji ber ewlehiyê min bajar guhert li stargeha bajarekî din mam. Ger ku mafê jinan hebûna wê wisa nebûya. Ji min re dibêjin zarokên xwe bide yurdê. Ez tu car zarokên xwe nadim yurdê. Li yurdan destdirêjî tecawiz tê kirin. Dayikek zarokên xwe nikare bişîne yurdan.  Bi rastî ewlehiya canê min tune ye. Ez bi vê tirsê dijîm. Divê ji bo me jinên di vê rewşê de alîkarî bê dayîn.”