ROJEVA 31'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-31 09:00:00     *Yek ji jinên ku ji ber şîdeta mêr li stargehê bi cih bû got: “Çima dewlet çareyekê nabîne? Gelo divê mêr min bikuje û derkeve televîzyonan û wê bi wan mêran serbilind bibin.” DÎMEN HEYE   *Piştî Ekîn Ceren (Amara) ku bi ken û kelecana xwe berê xwe da çiya û di bin hişê mirovan de cihê xwe girt 16 sal derbas bûn.  Amara di temenê ciwan de tevlî têkoşîna azadiya kurd bû û piştî Amarayê bi hezaran Amara vejiyan û Amara wê di bin hişê morvan de her "Wekî evîndara çiya" bimîne.   *Gundê Çayustu ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin û şewitandin. Ev 28 sale destur nayê dayîn ku ji nû ve bê şênkirin. Hacîme û Huseyîn Aktaş yên li gund dijîn û 8 sale bê ceryan jiyana xwe didomînin, rewş protesto kirin û xwe amade dikin ku wê li ber Walîtiyê çalakiya runiştinê pêk bînin. BI DÎMEN   *Hevseroka navçeya navendî ya HDP’ê ya Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku divê tecrîd û binpêkirina li Îmraliyê û hemû girtîgehan bidawî bibe û got bi qanûna înfaza nû re, li hember girtiyên siyasî pêkanînên kêfî tên meşandin. DÎMEN HEYE