RJAK’ê banga yekitiyê li gelê Kurd kir 2021-05-30 15:30:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelê Kurd kir.   Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) piştî 5’emîn kongreya xwe li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê helwest nîşan da.   Endama Meclîsa Giştî ya RJAK’ê Wijdan Nuredîn li ser navê RJAK’ê daxuyanî da û got: “Weke jinên başûrê Kurdistanê îro em li vir ji bo şermezarkirina êriş û dagirkeriya artêşa tirk şermezar bikin kom bûne. Em li vir şehîdên giyana xwe ji bo parastina jinên başûrê Kurdistanê feda kirin bi bîr tînin û herwiha piştgiriya berxwedana gerîla dikin.”   Wijdan Nuredîn êrişên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: “Em weke dayik ne li gel dagirkerina xak û welat in. Naxwazin zarokên me şehîd bibin. Lê, em tim amade ne ji bo têkoşînê.”   Wijdan Nuredîn ji dayikên şehîdan re got: “Hûn sembola azadiya Kurdistanê, parastina xak û welat in. Em careke din dibêj in, na ji dagirkeriyê re, bijî yekîtiya Kurd. Bijî parastina xaka Kurdistanê.”