Di cuha avdanê de zarokek mirî hat dîtin 2021-05-30 13:24:27   MELETÎ - Zarokê 13 salî B.O. yê li navçeya Argan winda bibû, cenazeyê wî di cuha avdanê de, hat dîtin.   Li taxa Develî ya girêdayî navçeya Argan a Meletiyê, zarokê 13 salî B.O. yê demek dirêj agahî jê nehat girtin, cenazeyê wî di cuha avdanê de hat dîtin. Ekîbên agirkuj ên li ser îxbara malbatê hatin cihê bûyer, cenazeyê zarokê biçûk ji cuha avdanê ya 5 kîlometre dûrî taxê derxistin.    Cenazeyê B.O., ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a navçeyê.