Li Mexmûrê gireva birçîbûnê di roja 164’an de didome 2021-05-30 10:50:37   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" hatiye destpêkirin di roja 164’an de didome.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafên girtiyan û li hemberî vê ji bo tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 83’an  di roja xwe ya 164’an de didome.    Jinên ciwan ên çalakvan li ser armanca tevlîbuna xwe ya çalakiyê ji bo ajansa me wiha hestên xwe anîn ziman.   Çalakvan Gulê Kara got: ‘’ Ez jî weke keçeke ciwan a endama Saziya Kevana Zêrîn min xwest ku tevlî vê çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî bibim. Niha di vê pêvajoyê de armancek me heye ew jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Berxwedaneke giran û bê hempa tê meşandin, em weke Gelê Kurd ciwanên Kurd di wê ferqê de ne. Ji bo wê jî em bang li hemû kesên azadî xwaz, jin û ciwanên Kurd dikin ku rabin ser piyan û xwedî li tekoşîna xwe derkevin. Dîsan bang li Neteweyên Yekbûyî dikim ku êdî xwedî li erka xwe derkevin û ji bo ev esareta  Gelê Kurd bi dawî bibe, bixebitin.   Mizgîn Tomak jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana Gerîllayên azadiyê silav kir û wiha axivî: ‘’Ez jî weke keçeke ciwan a wargehê min xwest erka xwe pêk bînim û tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bibim. Divê em weke Gelê Kurd tekoşîna xwe hêj mezintir bikin, ji bo azadiya Rêberê xwe li ber xwe bidin û heta em ne gihêjin armanca xwe em ê li ser lingan bin."   Çalakiya gireva birçîbûnê li wargehê bi awayek bi biryar didome û çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin.