‘Tecrîdê bandor li ser hemû gelan kiriye’ 2021-05-30 09:04:26   COLEMÊRG - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Selcan Saygi der barê grevên birçîbûnê ku girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin daye destpêkirin de nirxandin kir û da zanîn ku divê demildest daxwazên girtiyan bên cih.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye, her diçe giran dibe. Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û çalakiya grevê 184 roj li pey xwe hişt. Endama Meclîsa Jinan a Geverê ya HDP’ê Selcan Saygi der barê grevên birçîbûnê de nirxandin kir.   ‘Çavkaniya pirsgirêkan tecrîd e’   Selcanê destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in di bin tecrîdê de ye û got tecrîd tenê bi Îmraliyê sînor nemaye û wiha pê de çû: “Bandor li ser hemû gelên Rojhilata Navîn kiriye. Çavkaniya pisgirêkên li Tirkiyeyê tên jiyîn girêdayê tecrîdê ye.”   ‘Dewlet ji bo çalakiya grevê gavê navêje’    Selcanê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser greva birçîbûnê ya di 7’ê Mijdara 2019’an de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin û 200 rojî berdewam kiriye û got: “Piştî grevan hevdîtinan dest pê kir. Lê piştre dîsa  tecrîd ket dewrê. Bi armanca ku ev tecrîd bi giştî ji holê rabe dîsa li girtîgehan niha grev heye û di roja 184’an de ye. Desthilatdariyê hîna gav neavêtiye. Îhtîmala ku grev veguherin grevên bêdem heye. Em der barê tenduristiya Birêz Ocalan de agahiyekê nikarin bigirin.”   ‘Riya çareseriya demokratîk Îmralî ye’   Selcanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Armanca girankirina tecrîdê ev e ku welat ber bi kaosê ve bibin. Bi salane em dibêjin. Em wek gelê kurd dibêjin ku riya çareseriya demokratîk ji Îmraliyê derbas dibe. Yekane navnîşana aştiyê Îmralî ye.”   Banga xwedîderketina li grevan   Selcanê daxuyakirin ku di rewşa ku grev berdewam bikin de, wê nexweşiya korona jî giran derbas bibe û ev tişt bi lêv kir: “Divê girtiyên di grevê de hawira wan paqij be. Girtiyên di grevê de bedena wan ji vîrusê re vekiriye. Li hemû girtîgehan li ser girtiyên siyasî zextên cidî hene. Binpêkirina mafa heye. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em xwedî li greva wan derdikevin û banga xwedîderketinê dikin.”   'Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih'   Selcanê di dawiya axaftina xwe de bang li desthilatdarî û wezaretên rayedar kir û bi van gotinan bi dawî kir: “Em banga xwe bi israr dikin.  Em ê bikin jî. Hîna ku mirov nemirine, tabut ji girtîgehan derneketine divê desthilatdarî gavê bavêje.  Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li çalakiya grevê derkevin.”