Parêzer Rahşan Bataray: Tevî delîl hene gumanbar nayên darizandin 2021-05-30 09:03:16   AMED - Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray Saman derbarê 17 û 31’ê gulanê Hefteya Windayan de axivî û got: “Berê nav bi nav çawa hatine kirin, delîl, îfadeyên şahidan û tespît hatin kirin. Lê mixabin di dosyayê de tu pêşketin çênebû û gumanbar nayên darizandin.”   Li Tirkiyeyê di salên 90’î de bi hezaran mirov hatin qetikirin û derbarê aqûbeta wan de bi salane dewlet tu pêngavê navêje û tevî ku gumanbar jî diyarin, darizandin nayê kirin gumanbar bi bêcezabûnê tên xelakirin. Di dema her hikûmetê de ji rayedarekî derbarê kuştinên kiryar nediyar de îtîrafan kir, lê mixabin dewlet di mijara darizandina gumanbaran de xwe dide alî. Her sal xizmên windayan di navbera 17 û 31’ê gulanê de di Hefteya Windayan de bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) gelek bername û çalakiyan pêk tîne. Cigirîra Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray Saman ku bi malbatên windayan re têdikoşe û pêvajoyê dişopîne da zanîn ku di dosyayên winda û kuştinên kiryarnediyar de tu pêşketin tune.   ‘Bi salane em têdikoşin’   Rahşanê destnîşan kir ku wek ÎHD’ê li ser kuştinên kiyarnediyar û windayan dixebitin û wiha pê de çû: "Ji bo carek din ev bûyer neyên jiyîn me xebat kirin. Ji bo tespîtkirina gumanbaran, darizandin, lêpirsîn û cezakirinê bi salane têkoşînek mijara gotinê ye. Lingê girîng yê vê têkoşînê malbat û parêzvanên mafê mirovane. Hemû kesên têkoşînê didin jî dizanin ku kî kujerin, gumanbarin.”   ‘Her hikûmet di dema xwe de tîne ziman’   Rahşanê bi lêv kir ku dosyayên kiryar nediyar di dema her hikûmetê de tê ziman û tevî gelek delîl hene jî lêpirsînek bi bandon nayê meşandin û wiha bi lêv kir: “Ji bo ceza bê dayîn jî divê îradeya siyasî hebe. An jî mirov nikarin behsa dadgehê bê alî bikin. Ji ber vê girîng e ku îradeya siyasî derkeve holê. Mînak rojên borî de îfadeyên Sedat Peker derketin holê. Ma em matmayî man, na. Ji xwe me berê zanîbû, tespît, îfadeyên şahidan û delîl hebûn. Lê mixabin di tu dosyayekê de pêşketin çênebû. Pêngavek şênber nehat avêtin.”   ‘Dosya tên girtin’   Rahşanê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Berê îfadeyên Abdulkadîr Aygan derketin holê.  Abdulkadîr Aygan di îfadeyên xwe de cihê cenazeyan got. Gorên Komî vegot. Me lêkolîn kir û di encama îfadeyên wî de me cenazeyên Murat Aslan û Hasan Ergun dît. Me wê demê serlêdana sûc kir. Lê kest neket tevgerê. Polîtîka bêcezabûnê pêk tê. Ji ber demboriyê dosya tên girtin. Ev jî lingê bêcezabûnê ye. Lê em ê di  têkoşîna xwe de bi israr bin.”   ‘Gumanbar neyên darizandin pirsgirêk çareser nabin’   Rahşanê balkişand ser hefteya windayan û wiha dawî lê anî: “Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê windakirinan de heye, lê Tirkiyeyê îmze nekiriye. Em di hefteya windayan de vê mijarê zêdetir tînin ziman, bang dikin. Li seranserê Tirkiyeyê em bernameyan pêk tînin. Bi taybet em dibêjin ku divê peymana NY’ê bê îmzekirin. Em cardin bang dikin. Pisgirêka kurd bi van esasan wê bê çareserkirin. Divê ewil ji van deran dest pê bikin.”