Pirsa aqubeta 4 kesên 26 sal in winda ne hat kirin 2021-05-29 14:08:36     AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan li aqubeta Zubeyir, Kemal, Abdulbaki Birlik û Zeki Alabalik ên 26 sal in winda ne pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 642’yemîn de, çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser hesabên xwe yên medya sanalê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, pirsa aqûbet û faîlên Abdulbakî Bîrlîk, du kurên wî Zubeyir û Kemal Bîrlîk û xizmê wan Zekî Alabalik, ên di sala 1995’an de, herî dawî li cihê kontrola eskerî ya navçeya Qoser a Mêrdînê hatibûn dîtin, hat kirin. Endama Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka windayan vegot.    Tu agahî ji wan nayê girtin   Derya, têkildarî windayan ev agahî da: “Kemal û Abdulbakî Bîrlîk, piştî ku 3 salan di Girtîgeha Qoserê de dimînin, di 29’ê Adara 1995’an de tên berdan. Zubeyîr Bîrlîk û xizmê wan Zekî Alabalik diçin ji girtîgehê wan digirin. Di ketina Qoserê de, li du cihên kontrolê yên eskerî tên rawestandin. Dûre bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin.   Di telefonê de heqaret tê kirin   Derya, di dewama axaftina xwe de wiha rêz kir: “Li gorî hin vegotinên hevalên qawişê yên wan, Kemal Bîrlîk dema ku di girtîgehê de bû, ji bo nexweşiya diran dibin nexweşxaneyê. Fermandarê Tabûrê yê wê demê Hasan Atîllah Ûgûr, gefan li Kemal Bîrlîk dixwe û wiha jê re dibêje, ‘Roja ku tu ji girtîgehê derkevî wê cejna min be û felaketa te be.’ Dîsa, li gorî vegotinên katibê girtîgehê yê wê demê Behçet Kurt, du roj berî Kemal û Abdulbakî bên berdana Fermandarê Tabûrê Hasan Atîlla Ûgûr li girtîgehê geriyaye. Ew bi xwe pê re diaxive. Ji wî pirsa roja berdana van her du kesan dike. Ji ber ku roja berdana wan jê re nabêje, di telefonê de heqaretê li wî dike.     612 hestiyên mirovan hatibûn dîtin   Derya, destnîşan kir ku malbatê, di 11’ê Hezîrana 2013’an de, serî li ÎHD’ê da û wiha bi dawî kir: “Di encama serlêdanên parêzeran ên di sala 2013’an de, li gundê Efare ya Qoserê dest bi xebata kolandinê hat kirin. Di kolandinê de, 612 hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Di encama testa DNA’yê de, derketibû holê ku hin ji van hestiyan aydê Zubeyir Bîrlîk û Zekî Alabalik in. Lê heya roja îro jî tu agahî ji Abdulbakî û Kemal Bîrlîk nayin girtin.”