'Em ê li dijî çêkirina kana mermerê li ber xwe bidin' 2021-05-29 10:44:11     Hîkmet Tunç    WAN - Li Şêxana Payîzavayê, leşker û cerdevanan gule li kesên ku li dijî kana mermer derketin reşandibû û jineke ducanî bi êrişê re rûbirû mabû. Jinên ku li Şexanê dijîn li dijî çêkirina kana mermer, hilweşandina axuran û erîşan derketin û gotin: "Êrişa ku pêk hatî bi tu awayî nayê qebûlkirin û em ê li dijî çêkirina kana mermerê derkevin."    Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo ku li qadeke berfireh kana mermer bê vekirin îhale hat kirin. Rayedarên firmaya mutehît, leşker û cerdevan bi makîneyên kar re çûn gund û 40 axurên li qada ku dê kan bê vekirin hilweşandin. Ji ber vê gundî li hev kom bûn û bertek nîşanî hilweşandinê dan. Gundiyên ku xwestin destûr nedin vekirina kana mermerê bi êrişa leşker û cerdevanan re rûbirû man, gule di ser wan de hat reşandin. 4 welatî hatin binçavkirin û jineke ducanî bi êrîşê re rûbirû ma û keça wê jî bi binçavkirinê hat tehdîtkirin. Gundî, diyar kirin ku heke kan bê vekirin êdî nikarin li vir bijîn û derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.    Êrişê jina ducanî kirin   Sedef Yucel, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên ku pêk hatî û got: "Bi copan êrişê me û zarokên me kirin. Kesên kelepçe kirin îşkence li wan kirin. Ez çûm cihê bûyerê êrişê li min jî kirin. Ez ducanî me û polîsê ku êrişê min kir jî jin bû. Ez du caran xeriqim. Ji min re gotin 'Em ê keça te binçav bikin'. Piştre hewldan ku keça min bibin. Dema min bertek nîşanda êrişê li min jî kirin." Sedef, diyar kir ku bi sewaltiyê debara xwe dikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber kana mermerê gelek kes bi şîdetê re rûbirû ma. Kana mermerê feydeyê nade taxê. Tenê zirarê dide taxê. Hêj pezên me axuran bû axûr hatin hilweşandin, gelo niha em ê sewalên xwe daynîn li ku."    'Gule li me reşandin'   Mevlude Bîlek jî bal kişand ser zirara ku li taxê hatiye dayîn û got: "Ji ber ku em li dijî kana mermerê derketin gule li me reşandin. Ez jî apê min jî em bi êrişa leşkeran re rûbirû man. Bombeyên gazê bikaranîn. Hewldan ku apê min ji kendalê re bavêjin. Bi binçavkirinê em hatin tehdîtkirin."   'Axurên me xira kirin'   Nejla Bîlek, da zanîn li dijî kana mermerê em li ber maşîneyên kar bûn mertal û wiha bi lêv kir: "Bi rêyeke cuda hatin kana mermerê, me ewîlî dengê çekê bihist û me berê xwe da cihê dengê çekê dê. Me berê xwe da ku waye axurên me xiradikin. Bez û mirîşkên me têde bûn û me lêz û bez wan ji nava xirbeyan derxist. Gule li me reşandin, negotin ev jin in, zarok in û ciwan in. Leşkeran dora birayê min ên mezin dopêç kirin û piştre lêxistin."   'Em destûr nadin ku kana mermerê bê avakirin'   Kudret, da zanîn ku berê jî leşker û cerdewan hatin gund û xwestin ku axûr bê valakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê jî em li dijî valakirinê derketin. Piştî 3 rojan carek din hati axûran xirabikin lê me destûr neda. Lê piştrî çend roj şûnde bê agahî bi rêyek din hatin û dizîve 40 axurê me hilweşandin. Piştî ku agahiya me pê çêbû me berê xwe da cihên axuran. Li vir êrişê me kirin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî destûr nadin ku li vir kana mermerê bê avakirin."