Li Mexmûrê Koma 83'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-05-29 10:23:21     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Koma 83'yemîn îro çalakiya greva birçîbunê dewr girt.     Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 163 roj in berdewam dike îro koma 83'yemîn dewr girt.   Merasîma dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtina ji cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.    Li ser navê koma 82'yan Bîşeng  Ustun wiha got:"Em weke çalakvanên greva birçîbunê, em çalakiyên li deverên din silav dikin. Armanc û hêviya me ew e ku em Rêbertiya xwe azad bikin û bigihîjin serkeftinê. Bê guman ji roja destpêkê heta niha berxwedanek bêhempa hatiye meşandin. Ji bo gelê kurd berxwedan weke pêwîstiyek ji nan û avê girîngtir û pêwistîtir tê dîtin. Ji ber vê yekê em ê li berxwe bidin û bigihîn serkeftinê. Em berxwedana gerîlayan silav dikin û em dibêjin heta dawiyê em bi gerilayên xwe re  ne û em ê bi gerilayên xwe re li berxwe bidin heta bigihin serkeftinê. Bijî berxwedan bimire îxanet."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe",’’ Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.