'Ez bi hesreta ku rojekê vegerim gundê xwe me' 2021-05-29 09:02:45     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Meryem Fîdan a ku 27 salin ji ber qedexeyên dewletê nikare biçe gunde xwe yê naçeya Cizîrê got: “Ez bi hesreta ku rojekê me ku vegerim ser axa xwe û li wir bijîm.”   Di salên 1990’î de bi destên dewletê bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin û valakirin. Yêk ji van gundan jî gundê Şaxê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê yê. Gundê Şaxê di salên 1993 û 1994’an de ji aliyê dewletê ve car caran bi balafir û helîkopteran tê gulebarankirin. Dewletê piştî gulebaranê gund wekî herêmek qedexe îlan dike û gundî ji neçarî gundê xwe terk dikin.  Ji wê rojê vir de çûyîna gund  bi hinceta “qada leşkerî ye" tê astengkirin. Herwiha daristanên gund jî ji hêla leşkeran ve tên şewitandin.   Meryem Fîdan(65) a ji gundê Şaxê ye û niha li Cizîrê dimîne û dayika 9 zarokan e. Meryemê ev 27 salîn ji ber qedexeyên leşkerî nikare biçe gundê xwe û bi hesreta gundê xwe dijî.   Gund du caran hat gulebarankirin   Meryemê, anî ziman ku gundê wan gundekî dewlemend û dîrokî bû û wiha qala zextên dewletê yên wê deme dike: “Gundê me gundekî mezin bû. Di gund de malbatên Hemko, Dêmanî û Bedîrxanî hebûn. Di salên 1993’an de dewletê du caran bi ser gundê me de girt û gulebaran kir. Lê li dijî vê jî me dev ji gundê xwe berneda. Welatiyên gund bi hev re carekedin xaniyên xwe ava kirin. Di sala 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û xaniyên me hemû bi destên xwe şewitandin. Gundê me bi hincetên pûç û vala hatin şewitandin. Piştre em bi darê zorê ji gund hatin derxistin. Hemû malbatên ku li gund diman her yêk bi cihekî ve belavbûn.”   ‘Gundê me wekî bihiştê bû’   Meryemê, diyar kir ku gundê wan wek bihûştê bû û ji aliyê kesên derdorê  ve jî rastî eleqeyek mezin dihat û wiha dewam kir: “Gundê me li quntara Çiyayê Cûdiyê ye. Di aliyê xwezayê de gundekî dewlemend bû. Baxçe û bi hezaran darên me yên fêkiyan hebûn. Bihar û havîn hemû kesî berê xwe dida gundê me. Li wir aramî hebû û gundekî xweş bû. Me li gund debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Heta 1994’an em li gund diman. Di her aliyê de gundê me dewlemend bû.  Lê gundê me bi destên dewletê hat şewitandin. Niha gundiyên me hin li Iraq hin li Elmenya û hinek jî li Şirnexê dimînin. Em hîn îro jî nikarin biçin gundê xwe.”   'Ji neçarî koçber bûn'   Meryemê, destnîşan kir ku di salên 1994’an de piştî ku gundê wan bi destên leşkeran tê şewitandin gundiyan berê dan welat û bajarên din wiha got: “Dema leşkeran bi ser gundê me de girtin berê çekên xwe didan me. Zarok hemû ditirsiyan. Li ber çavên me xaniyên me û gundê me şewitandin. Fermanek mezin li me rakirin û me nikaribû em tiştekî bikin. Me ji malên xwe tiştek negirt û berê xwe da çol û çiyan. Dema ku em derketin rê leşkeran dîsa jî pêşiya me girt. Lê piştre em di rêyeke din a  veşartî re ji wir derketin û me xwest em biçin Silopiyeyê lê disa destûr nedan.  Piştre em jî hatin Cizîrê. Me ji xwe re li vir xanî çêkirin û me hewl da ku em bijîn. Wê demê gelek kes hatin kûştin, girtin û windakirin. Her wiha ji gund hin kes jî bûn cerdevan. Lê em dîsa jî ji zextên dewletê xilas nebûn. Li Cizîrê jî kesên ku derdiketin û diçûn sûkê winda dibûn, an jî di dema em serê sibehê radibûn cenazeyên hinekan bi dîrekan ve daligandî me didît. Ji ber zextan em nikaribûn derketa deve. Em ji ber zilma dewletê koçber bûn lê em li vir jî xilas nebûn. Wê demê çend kes windabûn û heta îro jî ne cenaze û nejî hestiyên wan nehatine dîtin.”   ‘Ji 94’an vir de em nikarin biçin gundê xwe’   Meryemê, bi lêv kir ku îro jî hîn li ser gundê wan qedexe heye wiha anî ziman: “Xwezî me bikaribûna em biçûna gundê xwe. Em bi hesreta ku rojekê vegerin ser axa xwe û gundê xwe ne. Ji sala 1994’an vir de em nikarin biçin gundê xwe. Ger ku em biçin jî divê em ji rayedarên dewletê destûrê bixwazin û di heman rojê de vegerin.  Leşker agir berdide daristanên gund. Ez nizanim çi ji darên me dixwazin û çima dişewitînin? Her sal darên gund bi destên dewletê tên şewitandin. Me gelek bêriya gundê xwe kiriye. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn.  Bila êdî qedexeya li ser gunde me bê rakirin.”