Li ser bertekan penaber ji balafirê hatin daxistin 2021-05-29 08:48:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî 15 penaberên kurd ên siyasî 30 kesên ji bo biçin Ewropayê ji Yewnanîstanê çûbûn Romanyayê bi zorê li balafirê hatin siwarkirin û hat xwestin vegerin Tirkiyeyê. Li ser bertekan 30 kes ji balafirê hatin daxistin.    Tevî 15 penaberên kurd ên siyasî 30 kes ji bo biçin Ewropayê ji Yewnanîstanê çûn Romanyayê. Do bi ser otela ku lê diman hat girtin û hatin binçavkirin.    Berê hat gotin wê penaberan bibin qampê lê belê di saetên êvarî de penaber anîn Balafirgeha Bukreşê. Bi îşkenceyê û bi zorê penaber li balafirê hatin siwarkirin. Hat xwestin penaber vegerin Tirkiyeyê.    Daxwaza îlticayê ya penaberan nehat qebûlkirin. Her wiha ji bo tercuman nehatibû pêdekirin û hinek belge bi wan hatibû îmzekirin. Penaberan xwe gihaştin Ajansa Mezopotamyayê û tiştên ku bi serê wan de hatiye rave kirin. Li ser bertekan penaber ji balafirê hatin daxistin. Penaberan dan zanîn ew bi hevdîtinan ji balafirên hatine daxistin û li wesayetekê hatine siwarkirin. Lê belê ew birine cihekî ew nizanin. Penaberan diyar kirin dibe dîsa tiştekî wiha bê serê wan û banga hestiyarî û piştevaniyê li rêxistinên mafên mirovan kirin.