DBP û HDP’yîyan li Şemrexê serdana esnafan kirin 2021-05-28 17:19:39     MÊRDÎN - Şandeya ku ji DBP û HDP’ê pêk tê bi armanca tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Şemrexê serdana esnaf, sazî dezgeh û partiyên siyasî kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) têkildarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Şemrexê serdana gelê Şemrexê, sazî û partiyên siyasî yên weke CHP û Deva'yê kirin. Di serdanan de hevserokê DBP’ê Weysî Parilti, hevserokê HDP’ê Salîh Kuday û hevserokên navçe û rêxistina wan beşdar bûn. Şande ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat.