Melayê destdirêjî kir hat girtin 2021-05-28 16:45:34     MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê mela A.Z. ku derket holê destdirêjî li zarokekî kiriye, hat girtin.   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, melayê mizgeftê A.Z. ku derket holê destdirêjî li zarokekî 13 salî kiriye hat girtin. Şêniyekî taxê şahidiya destdirêjiyê dike û rewşê ji malabata zarok re radigihîne. Li ser vê malbata zarok giliyê mela dike.    Piştî giliyê malbata zarok derbarê mela de lêpirsîn hat destpêkirin û mela A.Z. hat binçavkirin. Mele A.Z. di bin çavan de îfadeya bi nakok da û di 25’ê gulanê de sewqî Edliyeya Mêrdînê hatibû kirin. Mela  bi sûcdariya “destdirêjiya li zarok” hat girtin.