Li Amed, Wan û Cizîrê dê mîtîng bên lidarxistin 2021-05-28 15:44:49     AMED - Di çarçoveya kampanya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn de wê li Amed, Wan û Cizîrê mîtîng bên lidarxistin.     Kampanya ku Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, bi daxwaza “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” di 22’yê sibatê de dabûn destpêkirin, didome. Di çarçoveya kampanyayê de wê komîsyonê biryar girt ku li Amed, Wan û Cizîrê mîtîng li dar bixe.    Wê mîtîng bi dûrişmeyên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsal 21’êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” bên lidarxistin. Mitînga destpêkê wê di 3’ê hezîranê de li Cizîrê pêk bê. Wê komîsyon bi heman dûrişmeyan di 4’ê hezîranê de li Wanê û di 7’ê hezîranê de jî li Amedê mitîng li dar bixe.    Wê di mîtîngan de qala girîngiya kampanya ziman bê kirin. Ji bo mîtîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo mîtînga Amedê jî wê di 31’ê gulanê de serlêdana bê kirin. Li bajarên ku mîtîng li wan bên kirin ji niha ve xebatên mitîngan dest pê kirine. Di hefteya pêş de bi civînê de çapemeniyê mîtîng bên ragihandin.