Nurşen Akbal a bi nexweşiya astimê cara duyem bi koronayê ket 2021-05-28 13:46:24   AMED - Lawê Endama Meclîsa Şaredariya Kayapinarê Nurşen Akbal a ji 5'ê Nîsanê vir ve girtîye û nexweşiya giran a astimê pê re heye,  Ozan Akbal da zanîn Nurşenê du caran bi Vîrusa Koronayê ketiye û got:"Ji ber diya min nabihîse jî di warê têkiliyê de pirsgirêkan dijîn."   Li Amedê di 5'ê Nîsanê de bi serdegirtina malan 26 jin hatibûn binçavkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Kayapinarê Nurşen Akbal a yek ji jinên di wê demê hatibû binçavkirin e piştre hatibû girtin. Lawê Nurşenê Ozan Akbal diyar kir ku diya wî li Girîgeha Jinê ya Amedê tê girtin û nexweşiya astimê ya giran pê re heye. Her wiha diyar kir Nurşenê du caran bi Vîrusa Koronayê ketiye.    'Dayika min du caran bi koronayê ket'   Ozan da zanîn dayika wî 63 salî ye û nexweşiya giran a astimê pê re heye û kîloyê wê bi ser 90'î re ye. Ozan diyar kir ku ji ber tedbîrên pêwist li girtîgehan nayên girtin diya wî du caran bi Virusa Koronayê ketiye û di hucreya yekkesî de hatiye girtin. Ozan got:"Ji ber diya min nabihîse jî di warê têkiliyê de pirsgirêkan dijîn. Lê li gor agahiyên herî dawî me girt dermanên pêwist girtiye."