Nobeta 'edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 81'ê de ye 2021-05-28 13:28:10     RIHA - Nobeta 'edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê di roja 81'ê de dewam dike.    Çalakiya nobeta 'edaletê' ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 81’emîn de dewam dike. Malbat di saetên serê sibehê de hat pêşiya edliyeyê û çalakiya xwe dest pê kir. Malbata ku nehat hiştin li baxçeyê edliyeyê bisekinin, çalakiya xwe li pêş bariyerên edliyeyê didomîne.    ‘Rojekê wê rastî eşkere bibe’   Ferît Şenyaşar ku duh çûbû hevdîtina birayê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpetê dimîne, îro careke din hat pêşiya edliyeyê. Ferît derbarê hevdîtina birayê xwe de axivî û anî ziman ku birayê wî bi awayekî bêhiqûqî 3 sal in li girtîgehê tê girtin, lê ligel vê jî bi tena serê xwe li ber xwe dide. Ferît, destnîşan kir ku baweriya xwe ya bi edaletê winda nakin û wiha got: “Em bi hêvî ne. Birayê min jî, baweriya xwe winda nekiriye. Rojekê wê rastî eşkere bibe û birayê min jî wê ji girtîgehê derkeve.”   ‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’   Ferît, têkildarî çalakiya xwe jî, bi lêv kir ku bi rojan e li Rihayê têkoşîna edaletê didin lê dewleta hiqûq û edaletê tune ye. Ferît, da zanîn ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha axivî: “Em rûniştina li malê qebûl nakin. Em di bin zilmê de dijîn. Em bi piştevaniyê vê têkoşîna xwe didomînin. 3 mirovên me hatin qetilkirin. Ji wan re soza me heye. Heta ku kesên komkujî pêk anîn, dernekevin pêş darazê û hesab nedin, em dest ji têkoşîna xwe bernadin.”