Jin bi ser ketin:Biryara dê 400 mêr li bazarê bên bicihkirin betal bû 2021-05-27 13:32:22     AMED - Biryara ew ê 400 mêr li Bazara Semtê ya Jiyanê bên bicihkirin bi têkoşîna jinan hat betalkirin.    Di sala 2013’an de, Şaredariya  Navçeya Rezanê ya di bin rêveberiya Partiya Aştî û Demokratîk (DBP) de bû, ji bo jinan Bazara Semtê ya Jiyanê vekiribû. Qeyûmê Şaredariya Rezanê yê AKP’î Huseyîn Beyoglû, biryar da bû ku 400 esnafên zilam li bazara jinan bi cih bike.    Şaredariya Rezanê li ser berteka jinên di bazarê de di xebitin, dest ji biryara xwe ya bazarê bike yek û 400 mêrî bigire bazarê berda. Li gorî biryarê, bi bazarên hejmarên 1 û 3 re wê Bazara Semtê ya jinan li cihên xwe yên berê bimînin û mîna berê xebatên xwe dewam bikin.   Jin bi ser ketin   Ji bazarvanên jin Rukiye Bakiş, derbarê rewşê de axivî û got: “Demek dirêj bû, mêran zext li me dikirin. Lê rojekê bi tenê jî me dev ji têkoşîna xwe berneda. Di encama berxwedana jinan de, me ev serketin bi dest xist. Bazara Semtê ya Jiyanê, bazara jinan e. Wê her tim jî wiha bimîne. Em ê tu carî destûrê nedin ku naveroka vê projeye vale derbixin. Em spasiya hemû kesên ku piştgirî dan me dikin.”