Kewsera polîsan lê danê: Min giliyê polîsan kir 2021-05-27 12:14:02     AMED - Kevser Demir a 55 salî ya li Navçeya Rezanê polîsan tundî lê kir bertek nîşanî tiştê hat serê wê da û wiha got:"Ez ê heta dawiyê şopdarê dozê bim. Heta ez bimirim ez gavê paşde navêjim."   Polîsan di 18'ê Gulanê de dema li Navçeya Rezana Amedê lawê Kevser Demir (55), ji ber bûyereke edlî kir bin çavan tundî li Kevserê kirin. Polîsan di dema serdegirtina malê de mil û 3 diranên Kevserê şikandin. Her wiha keça wê F.Demir jî bi tundiya polîsan rû bi rû ma. Piştî bûyerê Kevserê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyubî rapora lêdanê girt. Her wiha Kevserê ji ber tundî û îşkenceya lê hat kirin serlêdana sûc kir. Di heman demê de Kevsera xwediyê 8 zarokan e serî li şaxên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amedê jî da.    Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku "ne rast e".    Kevserê behsa tundî û muameleya ne baş a lê hatiye kirin, kir û got ew dev ji doza xwe bernade.    'Li min û li keça min dan'   Kevserê da zanîn ku ev bûyer di 18'ê Gulanê de hatiye serê wan û wiha got:"Ez dixebitim. Ber êvarê ez hatim malê. Dora saet 18.15'an de dengê qêrînê ji binê avahiyê dihat. Min got qey hinek ji avahiyê ketiye yan jî hinek pev diçinin. Ez daketim jêr min dît 3 polîsan lawê min li erdê dirêj kirine. Polîsek hewil dide kelepçeyê berovajî bixe destên kurê min polîsekî din li ser wî rûniştibû û yê  din jî bi stûyê wî girtibû. Kurê min di wê kêliyê de got 'Dayê vana min kuştin' û qêriya. Min jî xwest kurê xwe biparêzim min got lê nedin. Li ser vê yekê polîsekî ji porê min girt min kaş kir û derxist derve. Piîn li min da û sê diranên min şikand. Keça min got 'we dayika min kuştin'. Vê carê li keça min dan û milê keça min reş kirin. Piştre em dîsa ketin avahiyê. Polîsekî digot ez boksorê berê me û diqêriya. Li zikê min da û ez ji dirêncekan ji ser piştê ketim. Di heman demê de li jêr çek li me kişandin. Min ji ber qêrîna zarokê xwe îdare nekir û dîsa çûm xwarê û li kuçeyê rûniştim. Kurê min girêdayî hişbirê ye. Min çend caran ji polîsan pirs kir min got 'Ez ê çawa lawê xwe ji vê hişbirê xilas bikim?'. Di 24'ê Gulanê de heman polîs dîsa hat û qêriya got 'ez ê ji vê malê 3 kesên din jî bibim'. Polîs tê gefan li me dixwe. Polîsek çawa wiha dibe?"   'Ez dayikek im û ez natirsim'   Kevserê da zanîn ew dayikek e û natirse û wiha pê de çû:"Çi heqê wan heye li dayikan wiha bikin? Çi heqê wan heye tundiyê li dayik û jinan bikin? Ez ê dev ji vê bernedim. Ez îdiayên walîtiyê qebûl nakim. Li ber çavên herkesî tundî li min kirin. 3 diranên min şikandin. Heger min dev li polîsan bikira ew ê diranên min ên pêşiyê bişkiya. Daxuyaniyên walîtiyê ne rast in. Ji ber min ew gilî kir dixwazin her tiştî bikin stûyê min. Lê belê ez dayikek im û ez natirsim."   'Ez ê heta dawiyê şopdarê dozê bim'   Kevserê da zanîn piştî bûyerê wê derbarê polîsan de serlêdana sûc kiriye û wiha got:"Min ji polîsan got ez ê we gilî bikim. Wan jî ji min re gotin 'gilî neke'. Polîsan ji keça min re gotin 'dîmenên we kişandiye jê bibin'. Ez çûm nexweşxaneyê û min rapora lêdanê girt. Em ne dijminê kesî ne. Derbarê polîsên tundî li min kirin min gilî kir. Li ber çavên min li kurê min dan. Ez ê heta dawiyê şopdarê dozê bim. Heta ez bimirim jî ez gavê paşde navêjim."