Malbatên Pirsûsê çûn serdana Emîne Şenyaşar 2021-05-27 12:09:50   RIHA - Malbatên Pirsûsê ji bo piştgiriyê hatin serdana Emîne Şenyaşar. Di serdanê de ji Malbatên Pirsûsê Dîlek Şeker axivî û diyar kir ku di têkoşîna edaletê de dê bi hev re bin."    Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 80'an de didome. Ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xwe Fadîl Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê girtiye tevlî çalakiyê nebû. Îro Mehmet Şenyaşar li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbat dowîza "Em tenê edaletê dixwazin" vekirin.    Malbatên Pirsûsê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu ji bo tevlî doza 19'emîn a têqîna li Pirsûsê ya ku ji hêla DAIŞ'ê ve pêk hatî bibin hatin Rihayê. Pêşiya ku tevlî danişînê bibin çûn serdana malbata Şenyaşar.    Di serdanê de Emîne axivî û got: "Divê kujer bên darizandin. Lê belê edalet nîne. 3 meh in em nobetê digirin. Lê kujerên zarokên min li Pirsûsê ji xwe re digerin. Kesên ku qetlîamê pêk tînin serbest in"    Li ser navê Malbatên Pirsûsê keça Îsmet Şeker, Dîlek Şeker axivî û diyar kir ku ji bo tevlî 19'emîn danîşîna doza Pirsûsê bibin hatine Rihayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew jî wekî min zarok û hevjînê xwe winda kir. Kî kuşt? Kî bavê min kuşt? Dewlet bû sedema kuştina wan. Niha jî me dişopînin. Gelo edalet li ku ye? 3 meh in zarokên xwe li malê dihêlin û tên li vir.  Em dibêjin ji bo Pirsûsê edalet û ji bo her kesî edalet. Em di têkoşîna edaletê de bi hev re bin."   Piştî serdanê Malbatên Pirsûsê ji bo tevlî danişînê bibin berê xwe dan avahiya edliyeyê.    Her wiha ji Stenbolê endamên Eniya Gel hatin serdana malbata Emîne Şenyaşar.