Şêniyên Eskarê bertek nîşanî operasyonên leşkerî dan 2021-05-27 09:03:38   Rojda Aydin   AMED - Şêniyên gundê Eskarê yê Pasûrê diyar kirin ku operasyona 7 rojan dom kir bandor li gund û xwezayê jî kir û gotin: "Bi salane li vir operasyon tên kirin. Herî dawiyê li cihê ku operasyon pêk hatî de behnek cuda dihat. Her wiha ligel mexdûriyeta ku em ji ber operasyonan dijîn xweza jî tê texrîpkirin."   Li çoltera gundê Eskarê yê navçeya Pasûra Amedê di 13’yê gulanê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û operasyon heta 19’ê gulanê dom kir. Ketin û derketina ji gund hatibû qedexe kirin. Li herêmê şebekeyên telefonan hatibûn birîn û xizmên gundiyan ên li bajaran 4 rojan nekarin xwe bighînin xizmên xwe. Şêniyên gund ên ku ji ajansa me re axivîn bal kişandin ser bandora operasyonê ya li hemberî gund, xweza û sewalan.   ‘Cejn li me bû jehr’   Neslîhan Yaman 15 sal in li vî gundî dijî wiha bal kişand ser operasyonên ku demên borî hatî kirin: "Dema operasyonên leşkerî li çoltera gund tên destpêkirin em dikevin nav fikaran. Li vir jiyana me di xeterê de ye. Zarokên me li wan çolteran şivantiyê dikin. Dema em derdikevin derveyî xaniyên xwe em ditirsin. Li hemberî gundê me her tim operasyonên leşkerî pêk tê. Roja ku operasyon dest pê kirin şivanên gund li çolterê bûn. Me demek dirêj ji şivanan agahî negirt, me got qey hatine kuştin. Li nêzî cihê operasyonê xaniyek hebû, lê me 7 û 8 rojan ji vî xaniyê tiştek nezanî. Destûr nedan ku em. Di 13’yê gulanê de operasyon dest pê kir û heta 19’ê gulanê dom kir."   Neslihan, di axaftina xwe de bal kişand ser bandora operasyonê ya li ser civakê û xwezayê û got: "Ji xwe 13'ê gulanê Cejna Remezanê bû û vê demê li vir operasyon hat destpêkirin. Lê me bi operasyona leşkerî cejnê peşwazî kir. Ew roj li me bû jehr. Hevjînê min sewalan biribû çolê û ji ber operasyonê sewalên me telef bûn. Ji ber ku hevjînê min nehat em ketin nava fikaran. Piştî ku hevjînê min hat em hinek rehet bûn. Bi balafirên şer çolter hatin bombekirin û pişre jî helîkopter cûn cihê operasyonê. Em ji keyayî gund û cerdewanên derdorê geriyan ji me re tiştek negotin. Her wiha hewl didin ku me bitirsînin me ji gund derxin."   ‘Di salên 90’î de jî gundê me hat şewitandin'   Fahriye Yaman jî anî ziman ku di salên 90’î de jî ji ber operasyonên leşkerî, zext û zilma dewletê ji gundê xwe koçberê Pasûrê bûne. Fahriye wiha bal kişand ser operasyonên ku tên kirin: "Di salên 90’î de gundê me hat şewitandin û hat talankirin. Me jî berê xwe da Pasûrê. Piştî çend salan dema rêyên gundê me hat vekirin em carekedin vegeriyan gundê xwe. Dema em hatin gund xaniyên me nemabûn hemû hatibûn şewitandin. Me carekedin xaniyên xwe çêkir. Piştre me ji xwe re sewal kirin, me dîsa li gundê xwe jiyana xwe domand. Ji berê ve li gundê me operasyonên leşkerî pêk tê. Di 13’yê gulanê de li gundê me dîsa operasyon hat despêkirin. Dema operasyon dest pê kir du şivanên me jî li çolterê bûn. Me ji wan agahî nedigirt û em ketin nav fikaran. Piştî demekî ji wan şivanan yek cilê xwe derxist bilind kir û ba kir. Me zanîn ku wa dijîn. Di dema operasyonê de gundê dorpêç kirin. Ji ber dorpêçe me 7 rojan sewalên xwe li dora xaniyên xwe çêrand. Beriya operasyonê leşker û tîmên tayber dihatin gund lê me nizanibû operasyon hatiye destpêkirin. Ji ber ku operasyon heye em newêrin biçin çiyê. Em nikarin sewalên xwe xwedî bikin. Her wiha destûr nayê dayîn ku em biçin Pasûrê jî. Di dema operasyonê de bêhneke cuda hebû, em bi gumanin ku çekên kimyevî li vir hatiye bikaranîn. Em êdî şer naxwazin û bila dawî li şer bê."     'Di dema operasyonê de behnek cuda dihat'   Zekiye Yaman jî wekî Fahriye û Neslîhanê tirs û fikarên xwe yên derbarê operasyona leşkerî de wiha anî ziman: "Di Cejna Remezanê de operasyon hat destpêkirin û cejna me kirin jehr. Roja operasyonê du zarokên min ji çolterê li ber sewalan bûn. Çend caran li ser hev dengê teqînê hat. Bi jet û helîkopteran heremê gulebaran kirin. Ji ber ku gotin birayê te hat kuştin keça min xeriqî. Me ji keyayî gund ambulans nexwest, lê maşîneyek şand. Min keça xwe şand nexweşxaneyê û heta êvarê li nexweşxaneyê ma. Piştre jî ji me re agahî hat ku zarokên min dijîn. Ji ber operasyonê 9 sewalên me telef bûn. Dibêjin li herêmê kamera hatine bicihkirin. Ji ber vî yekê jî em li devre naçin destavê. Di dema operasyonê de behnek dihat. Di serî de me got qey behna darên ku hatine şewitandine lê piştre em hîn bûn ku çekên kîmyevî hatiye bikaranîn. Di dema operasyonên leşkerî de em nikarin ji malên xwe derkevin. Li cihên ku helîkopter radibûn dar hatine birîn. Li cihê operasyon pêk hatî jî dar hatine şewitandin. Em wekî şêniyên li vî gundî dijîn êdî şer naxwazin û em dixwazin bi dilekî rehet li gundê xwe bijîn."