Hêvîn Silêman: Tevgera azadiya Kurdistanê hêviya gelên bindest e 2021-05-27 09:02:06   Sara Şêx Hesen   HELEB - Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê, Hêvîn Silêman têkildarî geşedanên dawî yên Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha got:"Êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan ne nû ye û heta niha jî hovitiya xwe li beramber her kurdekî pêk tîne. Loma ji me tê xwestin ku em yekîtiya xwe xurt bikin û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk têk bibin."   Tecrîdek girankirî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, li dijî tecrîda girankirî girtiyên azadiyê ev demeke dirêj e di nava çalakiyên girêva birçînbûnê de ne. Her wiha şêniyên li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê pêk tînin. Di heman demê de li derveyî welat jî çalakiyên mîna nobet û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komkirina îmzeyan pêk tê. Her wiha dewleta tirk bi qutkirina ava Firatê kiryarên nemirovî li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başûrê Kurdistanê jî dike û heta niha jî êrîş dewam dike. Gelê kurd li seranserê Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên şermezarkirinê li dijî êrîşên dewleta tirk pêk tîne. Têkildarî van mijaran ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman nirxandin kir.   'Rêber Apo hêviya tevahî gelên bindest e'   Hêvînê tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên li dijî tecrîdê wiha nirxand:"Dewamkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo tê wateya dewamkirina êrîş û tunekirina gelê kurd. Ev tecrîd ne tenê dewleta tirk pêk tîne, tiliya dewletên navneteweyî jî tê de heye. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin destkeftiyên gelê kurd têk bibin. Loma li seranserê Kurdistanê û derveyî welat, kurd û dostên kurdan çalakiyên li dijî tecrîdê pêk tînin. Çalakiyên ku tên lidarxistin armancek wê heye. Armancek ji vê yekê jî em dixwazin dengê xwe bigihînin saziyên mafê mirovan da ku rewşa Rêber Apo ji nêz ve bişopînin. Îro girtiyên me yên azadiyê li dijî tecrîdê ev demeke dirêj e di nava çalakiya gireva birçîbûnê de ne da ku tecrîdê bişkînin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê û hemû gelê bindest e. Rêber Apo di têkoşîn û projeya xwe de netewa demokratîk bingeh girt û banga wekheviya gelan û azadiya jinê kir. Va ye di roja me ya îro de li Rojavayê Kurdistanê projeya netewa demokratîk ku wekheviya gelan bingeh digire ket meriyetê. Her wiha niha di projeya netewa demokratîk de jin pêşengtiyê dike û di hemû qadan de rola xwe dileyîze. Rêber Apo hêviya tevahî gelên bindest e, loma ji me tê xwestin ku em xwedî li keda Rêber Apo derkevin da ku em tecrîdê bişkînin û Rêber Apo ji zindanan rizgar bikin."   'Dewleta tirk bi êrîşan dixwaze welatî ji axa xwe koçber bibin'   Hêvînê di dirêjahiya gotina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha anî ziman:"Dewleta tirk da ku dagirkeriya xwe berfireh bike di her firsendê de êrîşên xwe li dijî axa me pêk tîne. Dewleta tirk dixwaze riya M4'ê bixe bin dagirkeriya xwe, loma êrîşî Şehba û gundewarên wê, Til Temir û Eyn Îsayê dike. Dewleta tirk dixwaze bi topên xwe çavên gel bitirsîne da ku hemû dev ji axa xwe berdin, lê dewleta tirk li beramber îradeya gel şikest. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze bi êrîşên cur be cur nakokiyê di navbera pêkhateyên kurd û ereban de bide avakirin, lê ev tişt berovajî bû û pêkhateyên kurd û ereb li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekheviyê bingeh digirin. Şêniyên vê xakê ketine wê ferqê ku li gor wê xwe bi rêxistin dikin û li hember pilanên dijmin şiyar in. Welatiyên Efrînê ev 4 sal in ji cih û warên xwe koçber bûne, bi hêviya vegera Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin, ruxmê koçberiyê dewleta tirk roj nîne ku êrîş neke. Her roj bi topan êrîş dike da ku welatiyên Efrînê li wir jî koçber bibin. Lê welatiyên Efrînê hêvî û berxwedana wan xurt e, çiqas bedêl bidin jî wê bigihêjin armancên xwe."   'Qutkirina ava Firatê, çekek li hember bi milyonan mirovan e'   Hêvînê diyar kir ku dewleta tirk bi qutkirina ava Firatê dûrî pîvana exlaqa mirovan e û wiha domand:"Dewleta tirk qutkirina ava Firatê, wekî çekekê li hember bi milyonan mirovan pêk tîne. Ev şerê jiyanî jî li ber çavên tevahî cîhanê pêk tîne. Ev siyaseta ku dimeşîne dûrî pîvana exlaqî ye. Bi qutkirina avê re gelek pirsgirêk û bandorên neyînî çêdibin. Her wiha bi qutkirina avê re ekolojî jî dikeve xeteriyê. Bêdengiya dewletên navneteweyî li ser kiryarên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihêle ku hîn zêdetir kiryarên li dijî mirovahiyê pêk bên. Ev êrîşana nakeve xizmeta gel, berovajî vê yekê dikeve xizmeta dagirkeriyê. Qutkirina avê ne tenê li ser Sûriyeyê bandor dike, di heman demê de bandora wê li ser Iraqê jî heye. Divê hiqûmeta Sûriye û Iraqê li dijî qutkirina ava Firatê bertekên xwe nîşan bidin."   'Nexweşxaneyên taybet ji bo şewba vîrûsê hatin vekirin'   Hêvînê şewba Vîrusa Koronayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tedbîrên ku hatine girtin jî wiha parve kir: "Ev nêzî du salan e şewba koronayê li tevahî cîhanê belav bûye û di encama vîrûsê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Vîrusa Koronayê belav bû û Rêveberiya Xweser karibû hemû herêmên xwe biparêze. Elbet li herêmên me jî gelek kes pê ketin û bi hejmarekê kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Ruxmê êrîş û şer Rêveberiya Xweser hewil da gel ji vîrûsê biparêze û gelek qedexeyên mîna derketina derve hatin îlankirin. Karê dezenfekteyê hat kirin. Her wiha nexweşxaneyên taybet ji bo şewba koronayê hatin vekirin. Tîmên tendûristiyê li hemû deveran da ku mirovan biparêzin hewildanên mezin pêk anîn. Gelê me jî li gor rewşa heyî tev geriyan da ku xwe ji vîrûsê biparêzin."   'Tevgera azadiya Kurdistanê hêviya tevahî gelên bindest e'   Hêvînê herî dawî li dijî êrişên dewleta tirk bal kişand ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û wiha bi dawî kir:"Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşek hovane li hember axa Başûrê Kurdistanê pêk tîne û dixwaze axa Başûr dagir bike. Niha li seranserê Kurdistanê û derveyî welat li hember vê êrîşa qirker çalakiyên mezin hene û em zarokên xwe tenê nahêlin. Hedefgirtina perçeyek ji Kurdistanê, tê wateya hedefgirtina hemû perçeyên din ên Kurdistanê. Êrîşên dewleta tirk ên li dijî kurdan ne nû ye û heta niha jî hovitiya xwe li beramberî her kurdekî pêk tîne. Lê dewleta tirk jî bila bizanibe, em ji bo axa xwe canê xwe feda dikin. Loma ji me tê xwestin ku em yekîtiya xwe xurt bikin û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk têk bibin. Tevgera azadiya Kurdistanê hêviya tevahî gelên bindest e."