Dema binçavkirina MEBYA -DER'iyan hat dirêjkirin 2021-05-26 15:22:33   WAN - Dema binçavkirina 16 rêvber û endamên MEBYA -DER'ê cara duemîn hat dirêjkirin. Şaxa OHD'ê ya Wanê bertek nîşanan da û got ku dema binçavkirinê hatiye asta îşkenceyê.    Dema binçavkirina endam û rêvberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ku di çarçaveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de di 19'ê Gulanê de bi ser malên wan de hat giritn û hatin binçavkirin careke din hat dirêjkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin rêvebera MEBYA -DER'ê  Emîne Şaybak, di 21'ê Gulanê de piştî îfadeya wê li navenda polîsan hat girtin serbest berdabûn. Piştî ku 2 kesên din jî piştre hatin binçavkirin hejmara kesên hatin binçavkirin derket 16 kesî.    Serdizgeruta Komarê dema binçavkirina 16 kesên ku li bendê bû îfadeyên wan li navenda polîsan bên girtin 4 rojên din dirêj kir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, xwest ku binçavkirina demdirêj veguheriye îşkenceyê û divê ku demildest bê bidawîkirin.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Hevsoroka MEBYA -DER'ê Gulistan Onver, rêveberên Komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîha Aksu, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karkoç, Kamuran Çîftçî û Nebî Kaçak, Halîme Suslu.