13 kesên ev 6 roj in di bin çavan de ne hatin berdan 2021-05-26 14:21:58     ENQERE - 13 kesên li Mamakê beşdarî bîranîna rêberê şoreşger  İbrahim Kaypakkaya bûbûn bi biryara qedexeya derketina derveyî welat ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.    Di 20'ê Gulanê de 13 kesên li Kuçeya Tuzluçayir a Mamaka Enqereyê xwestibûn rêberê şoreşger  İbrahim Kaypakkaya bi bîr bînin ji aliyê polîsan ve lêdan xwaribûn û hatibûn binçavkirin. 13 kesên ev 6 roj in di bin çavan de bûn îro sewqî edliyeyê hatin kirin.    13 kes piştî îfadeya wan a dozger bi hinceta "propagandaya rêxisintê" bi daxwaza "qedexeya derketina derve" sewqî 3'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Dadger bi biryara tedbîra kontrola edlî 13 kes berda.