'Ji bo îtîrafên serkêşê mafyayê lêpirsîn tune ye lê ji bo SES'ê heye' 2021-05-26 10:35:14   ENQERE - Sekretera Jinê ya SES'ê Gonul Adibellî ku li ser operasyonên binçavkirinê yên li hemberî SES'ê pêk hatin nirxandin kir û got, "Di demeke ku têkiliya Siyaset-mafya -dewletê aşkere bû de, ji bo ku rojevê biguherînin wekî her gavê berê xwe dan hêzên demokrasiyê û bi vê dixwazin xwe paqij derxînin."    Êrîşên îqtîdarê yên li hemberî hêzên muxalîf bê navber didomînin. Duh di saetên serê sibehê de di nav de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tendirustî û Xizmetên Civakî (SES) Selma Atabay jî di nav de li hemberî endam û rêveberên SES'ê bi operasyonekê hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinên ku hatin kirin li hemû deveran bi daxuyaniyên ku hatin dayîn li hember binçavkirinan daxuyanî hatin dayîn.      Sekretera Jinê ya Giştî ya SES'ê Gonul Adibellî, derbarê êrîşên li ser sendîkaya xwe û binçavkirinên di encamê de pêk hatin nirxandin kir.   'Têkiliyên -mafya-Dewletê aşkera bûn'   Gonul diyar kir ku wan çavên xwe li rojeke nexweş vekirine, dîsa bi bibinçavkirin û tundiyê re rûbirû mane. Gonlê got ku ev rêbazeke herdaîm tê bikaranîne û anî ziman ku her cara îqtîdar tengav dibe, dixwaze rojevê biguherîne, êrîşî hêzên demokrasiyê û yên sivîl dike. Gonilê got ku hem Hevseroka Giştî ya wan û hem jî endamên wan hatine binçavkirin û di berdewamiyê de ev tişt got, "Em hemû dizanin ku ev operasyon bi çi armancê hatiye kirin. Wekî ku tê zanîn  têkiliyên -mafya-Dewletê aşkera bûn. wekî her gavê dixwazin bi êrîşên li ser hêzên demokrasiyê û muxalîfan xwe paqij bikin û rojevê biguherînin. Pirsgirêkên cidî hene lê îqtîdar bêdengiya xwe didomîne. Lê gelek tiştên bên lêkolînkirin hene."   'Ji bo serkêşê mafya lêpirsîn tune ye lê ji bo SES'ê heye'   Gonulê diyar kir ku kedkarên tendirustiyê ji salekê zêdetir e di bin xeterê de dixebitin û gelek kedkarên tendirustiyê ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dane.  Gonulê anî ziman ku di bedêla îqtîdar ji vê re bibûya çareserî, li dijî kesên têkoşînê didin operasyon pêk anî. Gonul wiha berdewam kir, "Dixwazin bibêjin 'Em li ser karê xwe ne û karê xwe berdewam dikin'. Ji ber ku em kedkarên tendirustiyê dixwazin pêkanînên li qada tendursitiyê aşkera bikin êrîşî me dikin û dixwazin me bêdneg bikin. Serkêşekî mafyayê radibe û mirovan deşîfre dike. Lê ne îqtîdar ne siyaset û ne jî dozger li hemberî wî tu operasyonan pêk naynin û lêpirsînê nadin destpêkirin. Li gel vê li kedkarên tendirustiyê lêpirsîn tê vekirin û bi serndegirtinan tên binçavkirin."    'Em ê gotina xwe bibêjin'   Gonulê Peymana Senbolê jî bi bîrxist got ku peyman bi biryara yek mirovî hatiye fesihkiin û anî ziman ku wê kedkarên tenduristyê yên jin hemû tiştên ku jin dixwazin bibêjin û ji têkoşîna xwe tawîzê nedin. Gonulê diyar kir ku îqtîdar ji têkoşîna jinan ditirse û ji ber vê jî dixwaze ku bi tundî û binçavkirinan rê li ber vê têkoşînê bigire.  Gonul wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em hem wekî sendîka û hem jî wekî jin ji têkoşîna xwe gavê paşve navêjin.  Ji ber ku ev ji bo me kevneşopiyek e.  Em ê xwe bêhetir bi hêz bikin û bi hemû hêza xwe li qadan bin."   'Bila hevalên me serbest berdin'   Gonulê xwest ku hemû hevlaên wan serbest bên berdan û got ku sendîkavanî maf e. Gonulê got ku divê dozger rewşa Tirkiye tê d ye bibînin û wê ji vê rewşê bişofînin. Gonul wiha dawî li axaftina xwe anî, "Tirkiye niha ketiye krîzeke siyasî. Divê li me vegerin û îzahata vê rewşê bikin. Ji ber ku li ser dosyayê biryara nepenîkirinê heye em nizanin ku hevalên me ji ber çi hatine binçavkirin û wê parêzerên me rewşê bişopînin."