Masîde Ocak: Li gorî îtîrafan divê sûcdar bên cezakirin 2021-05-26 09:31:40   Habîbe Eren   STENBOL - Masîde Ocak, bal kişand ser îtîrafên Sedat Peker û got: "Sedat endamekî dewletê ye û gelek îtîrafan kir. Em jî wekî xizmên windayan 26 sal in daxwazên xwe tînin ziman. Em dixwazin kesên ku bûne sedema windakirina xizmên me bila hesabê bidin û bên cezakirin."    Sedat Peker bi îtîrafên xwe di rojeva Tirkiyeyê de ne. Di îfadeyên xwe de bal kişand ser têkiliya dewlet û mafyayê. Sedat, di axftinên xwe de bal kişand salên 1990’î û dema Wezîrê Karê Hindûrin Mehmet Agar û derbarê kuştinên wê demê hatî kirin. Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan nêzî 30 sal in ji bo li aqûbeta windayên xwe hîn bibin di nava têkoşînê de nin.    Hasan Ocak di sala 1995'an de ji hêla polîsan ve hat binçavkirin û piştre hat windakirin. Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak endama Komîsyona li dijî Windakirinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ye û bi Dayikên Şemiyê re 843 hefte ye çalakiya bila winda bê dîtin de cih digire.    '26 sal in em têdikoşin'   Masîde, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ku 26 sal in dide û got: "Dewlet ji hemû bûyeran agahdar e. Ji îşkenceyê heta windakirinê agahdar e. Em jî li dijî wê 26 sal in têdikoşîn. Me bi pergalî serlêdanên xwe yên hiqûqî pêk anî. Em wekî xizmên windayan û parêzvanên mafên miroan 26 sal in heman daxwazî dikin. Em dixwazin ji rayerdar û sûcdaran hesab bê pirsin û bên cezakirin."   'Li gorî îtîrafan divê sûcdar bên cezakirin'    Masîde, diyar kir ku serkêşê çeteyê Sedat Peker bi îtîrafên xwe bû rojevî û wiha bi lêv kir: "Divê hemû îtîrafên Sedat wekî delîl bên nirxandin. Pêwiste dosyayên kesên ku di binçavan de hatine windakirin carek din bên nirxandin. Kesên ku hatin windakirin bên dîtin û teslîmê malbatên wan bên kirin. Her wiha li gorî îtîrafan divê sûcdar bên cezakirin. Li gorî min îtîrafên ku hatîn kirin kêm in, li qeydên dadgehan berfirehtir agahî hene, lê daraz berpirsiyariya xwe pêk neanî. Ev tişt nîşaneya asta mekanîzmaya darazê ye."   '144 hefte ye Qada Galatasarayê hatiye dorpêçkirin'   Masîde, diyar kir ku niha jî li Tirkiyeyê îşkence heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wezîrê Karê Hindûrin Suleyman Soylu dibêje 'Li Tirkiyeyê îşkence nîne'. Îro binçavkirinên derqanûnî pêk tên û kesên ku tên birçavkirin bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Mafê jiyanê û azadiya mirovan ji holê hatiye rakirin. Raporên Rêxistinên Mafên Mirovan wan tiştan bêtir tîne ziman. 144 heft ye Qada Galatasarayê di bin ablûkayê de ye. Ev tişt derqanûniya dewletê îspat dike."   'Divê hiqûq pêk bê'   Masîde di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: "Em ê bi israr têkoşîna xwe ya ji bo azadî û mafên mirovan bidomînin. Em deyndarê xizmên xwe yên ku hatine windakirin e. Divê em bibin dengê wan û xwedî li wan derkevin. Tiştên ku Sedat dibêje pêkanînen ku bi destê dewletê hatin kirin e. Li hemberî wan îtîrafên Sedat divê em hewl bidin ku mekanîzmayên hiqûqê pêk bê."