782 parêzeran ji bo Abdullah Ocalan kampanya dan destpekirin 2021-05-26 09:30:14   AMED - 782 parêzer û hiqûqnasan diyar kirin ku ji bo bi cîhanîna daxwaza hevdîtinê ya Abdullah Ocalan kampanyeya îmzeyê dane destpêkirin û wiha gotin: "Daxwaza me bicihanîna hiqûq maf û pêywira welatîbûnê ye."   Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya îmzeyan kir. 782 parêzer û hiqûqnasan ji rojnameya Yenî Yaşamê re ragihandin ku piştgiriyê didin kampanyayê û xwestin ku divê rê bê vekirin ku Abdullah Ocalan demildest parêzerên xwe bibîne.   Navê hin parêzerên ku kampanya îmze kirine wiha ne: Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parêzerê mafê mirovan Ercan Kanar û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê.   Di metna kampanyayê de hat bibîrxistin ku ji 7'ê Tebaxê vir de Abdullah Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne û dixwaze parêzerên xwe bibîne lê bersivdayina daxwaza Abdullah Ocalan jî şertê dewleta hiqûqî ye.   Metna kampanyayê wiha ye:   "Ji çapemenî û raya giştî re,   Li gorî hiqûqa neteweyî û gerdûnî, mafê her girtiyekî heye ku parêzerê xwe bibîne. Parêzer hêmaya bingehîn a mafê parastinê ye, di heman demê de yek ji garantiyên bingehîn ên li dijî kiryarên xerab ên gengaz e. Li gel vê pêwîstî û ferza qanûnî jî di nava 10 salên dawî de tenê 5 caran destûr hate dayin ku Abdullah Ocalan bikaribe parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an vir ve hevdîtina bi parêzeran re bi her awayî tê astengkirin. Daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan a ku gihîşt raya giştî jî ew e ku dixwaze parêzerên xwe bibîne. Rewşeke berovajî û li dijî qanûnên Komara Tirkiyeyê, li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî. Xwestina bicîhanîna hiqûqî wezîfe û mafekî bingehîn ê welatîbûnê ye. Bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin."