'Hilbijartina serokatiyê ya Sûriyeyê dijqanûnî ye' 2021-05-26 09:10:31   Rojda Seyîdxan   QAMIŞLO - Endama Ofîsa Jinan a Meclîsa Sûriya Demokratîk, Darîn Mihemed di derbarê hilbijartina serokatiyê ya Sûriyeyê de nirxandin kir û got: "Ev hilbijartin dijqanûnî ye û temsîla gelên Sûriyeyê nake."   Dê îro li Sûriyeyê ji bo hilbijartina serokatiyê li Sûriyeyê hilbijartin pêk were. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) di 24'ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî hilbijartina serokatiyê ya Sûriyê nabin. MSD'ê sedema netevlibûna xwe ya hilbijartinê jî ragihand û got ku hilbijartina pêk tê daxwazên gelên li Sûriyeyê pêk naynin, maf û hebûna wan a siyasî temsîl nake. Têkildarî hilbijartin û ne tevlîbûna MSD'ê Endama Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriya Demokratîk Darîn Mihemed nirxandin kir.   'Ev hilbijartin gelan temsîl nake'   Darînê bal kişand ser netevlibûna MSD'ê ya hilbijartina li Sûriyeyê û wiha got: "Îro li Sûriyeyê Hilbijartinên serokatiyê dê pêk bê. Lê ev hilbijartin dijqanûnî ye û temsîla gelên Sûriyeyê nake. Halî hazir li Sûriyeyê aloziyek heye û bi mîlyonan kes ji ber şer û aloziyê ji cih û warên xwe koçber bûne. Her wiha beşek axa di nav sînorê Sûriyeyê de ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Ger dixwazin hilbijartinek adîlane pêk were divê di serî de hikûmeta Sûriyeyê axa ku hatiye dagirkirin paşve bigire. Her wiha ev hilbijartin ne li gorî Qanûna 2254'an e. Em divê hilbijartinê de pêşeroj û daxwazên gelên Sûriyeyê nabînin. Me wek MSD'ê gelek caran hewil da ku bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser bingeha çareseriya aloziya Sûriyeyê bikevin diyalogê, lê mixabin tu hevdîtin pêk nehatin. Ev hilbijartin dijqanûnî ye û loma me bi daxuyaniyekê ragihand ku em vê hilbijartina dijqanûnî napejirînin."   'Diyaloga Sûrî – Sûrî dikare aloziya Sûriye çareser bike'   Darînê bal kişand ser bendên qanûna 2254'an û wiha pêde çû: "Bendên qanûna 2254'an yek ji wan pêşeroja Sûriyeyê di hilbijartinan de ye. Her wiha li gor Qanûna 2254'an a hilbijartinê divê hilbijartin di bin çavderiya navneteweyî de be. Halê hazir tu biryar an jî çareserî di destê hikûmeta Şamê de tune ye. Hikûmeta Şamê li gor berjewendiyên xwe tevdigere û di bin bandora Îran û Rûsyayê de tevdigere. Em wek MSD'ê herdem di diyaloga Sûrî – Sûrî de bi israrin.  Ji ber ku aloziya Sûriyeyê dikare bi diyaloga Sûrî Sûrî were çareserkirin. Daxwaza me ew e ku em pergalek ne navendî û demokrat ava bikin  ku her netewek di nava wê pergalê de cih bigire û bijî."