Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya ji bo windayan 2021-05-26 09:04:50   Marta Somek   STENBOL - Ji bo li kesên di bin çavan de hatin windakirin bê pirsîn di 1995’an de Dayikên Şemiyê li Qada Galasarayê hatin cem hev û têkoşîna wan a ji bo windayan li cîhanê mînak tê nîşandan.    Di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayan a Navneteweyî de li hemû cîhanê bi bernameyên cuda pêk tê.    Ermenî, Suryanî, Rumunên Pontos û Yahudî ku kolberî, îstîsmara zayendî, muslimantî, serdestî lê hatin ferzkirin bi qetilkirina wan nehat hiştin, di pêvajoya binçavkirin û surgunê de hatin windakirin.  Ewil bi qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an hat destpêkirin û bi taybet li welatên ku pevçûn û şer lê hatin jiyîn, polîtîka windakirinê hat dîtin û di 1960’an de li Guatemala hat dîtin û piştre li Fîlîpîn, El Salvador, Srî Lanka û Sûriyeyê pêk hat.  Di navbera 1980 û 2010’an de windakirina gihişt asta jor û welatên herî zêde lê hat jiyîn Srî Lanka, Fîlîpîn, Peru, Nepal, Irak, Îran, Guatemala, El Salvador, Şîlî, Arjantîn, Cezayîr e û piranî bûyerên windahiyan hîna nehatine aşkerakirin.   Welatê bi kuştinên kiryar nediyar tije   Di salên 1990’î de li Tirkiyeyê kuştinên kiryar nediyar bi aşkera xwe da der û li hember gelê kurd, zext, îşkence, desteserkirinên derqanûnî, bi zor koçberkirin, ferzkirina sîxurtiyê, revandin û windakirin bi awayekî sîstematîk wek polîtîkayekê pêk hat.    Hezar û 388 kes di bin çavan de hatin windakirin   . Komîsyona Windayan a ÎHD’ê di 17’ê Gulanê de raporek weşand û li gorî wê raporê ji 1990’an heta niha hejmara kesên hatine windakirin hezar û 388 e. Der barê kuştinên kiryar nediyar û di bin çavan de windakirin de, tevî ku îtîrafkarên JÎTEM’ê bi îradeya xwe her tişt vegotin jî Tirkiye, bihêle ku vê wek sûc bibîne, gelek doz û dosyayên der barê vê mijarê de xist ber demboriyê yan jî girt.   Polîtîkaya dewletê ya ku neguherî   Di siyaseta îro de pratîka windakirinê bi teşe û dînamîkên cuda tên berdewamkirin. Di encama qirkirin, êrîş û windakirinên sed sal zêde ye tê meşandin de, xizmên windayan ên li edaletê digerin jî rastî her cureyê zextê tên û ev jî nîşan dide ku di polîtîka dewletan de tu tişt neguheriye.    Dayikên Şemiyê,    Xizmên wendayan yên ku bi salane ji bo windayên xwe têdikoşin, hinek li zarok, hinek li hevjîn, hinek li xwişk û birayên xwe digerin. Xizmên windayan bi armanca ku êşên xwe parve bikin û lêgerîna edaletê bidomînin li Qada Galatasarayê rûniştin.   Çalakiya yekem    Di 27’ê Gulana 1995’an de roja şemiyê saet di 12’an de yekem çalakiya rûniştinê, bi dîtina cenazeyê Hasan Ocak ku di 21’ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û 58 roj şûnde bedena wî li goristana bêkesan hat dîtin, hat destpêkirin.  Koma ku nav de Nadîre Mate jî hebû kampanya ‘dest nedin hevalên min’ meşandin û bi dîtina Cenazeyê Hasan Ocak re biryar girtin ku ‘her şemî di heman saetê de li qada Galatasarayê bêdeng rûnin’. Di çalakiya rûniştinê de wê ‘pankarta rêxistinê tunebûna, dirûşme nehatiba berzkirin û her hefte çîroka kesekî bihata vegotin’. Çapemeniyê ji mirovên li qadê rûniştin re gotin ‘Dayikên Şemiyê’.    Çalakiya Dayikên Şemiyê di navbera 1995-99’an de her şemî saet di 12’an de li Qada Galatasarayê pêk hat.    Di 15’ê Tebaxa 1998’an de êrîşa polîsan dest pê kir û 7 mehan berdewam kir. Dayikên Şemiyê ku dest ji têkoşîna xwe bernedan, di 170 heftaya çalakiya xwe de ji ber êrîşan, di 13’ê Adara 1999’an diyar kirin ku  wê demekê navberê bidin çalakiyê. Piştî 10 salan şûnde di 31’ê Çileyê 2009’an de ji nû ve dest bi rûniştinê kirin.    Di nav daxwazên Dayikên Şemiyê de, ‘aşkerakirina aqûbeta windayan, darizandina berpirs û gumanbaran, bidawîbûna bêcezabûnê, îmzekirina Peymana Navneteweyî ya der barê Parastina Hemû Kesan a NY’ê’ hebûn.    Sembola berxwedana 31 salî: Dayika Berfo   Berfo Kirbayir a di rayagiştî de wek Dayika Berfo dihat nasîn, yek ji sembola berxwedan û cesaretê ya têkoşîna Dayikên Şemiyê bû. Dayika Berfo 33 salan li kurê xwe Cemîl Kirbayir yê piştî darbeya 1980’ê hat windakirin, geriya.  Dayika Berfo digot ‘Min digot wê rojekê kurê min bê malê, ji ber vê min her tim derî û pace vekirî dihişt. Lê meh, roj, sal derbas bû, kurê min nehat. Ger kurê min miribe jî bila cenazeyê wî bidin min’. Cemîl Kirbayir di 1980’ê de di 13’ê Gulanê rojek piştî darbeyê li gundê Okçu yê girêdayê navçeya Gole a Erdaxanê  li malê hat binçavkirin. Cemîl ewil birin Goleyê û piştre birin Mala Şopandinê ya Leşkerî ya Qersê. Li Enstîtuya Perwerdeya Dede Korkut hat darizandin û di 8’ê cotmehê de bi îşkenceyê hat qetilkirin.   TBMM’ê  îşkenceya lê hatibû kirin qebûl kir   Dayika Berfo yek ji sedan dayikên li Qada Galatasarayê dihatin cem hev bû. Dayika Berfo heta dawiya jiyana xwe li hestiyên kurê xwe geriya û bi dehan carî banga ‘bila kurê min bidin min’ kir. Dayika Berfo di 5’ê Sibata 2011’an de bi serokwezîrê demî Recep Tayîp Erdogan re hat gel hev. Erdogan soza wê kurê wê bibîne da û piştî hevdîtinê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê lêkolîn da destpêkirin û biryara ‘Cemîl Kirbayir di bin çavan de îşkence dîtiye, di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji ji dest daye û cesed ji aliyê kesên lêpirsîn kirine ve ji holê hatiye rakirin.’ dan.   Heta dawiya jiyana xwe li kurê xwe geriya   Dayika Berfo ji bo kurê xwe 33 salan têkoşîn da û 21’ê Sibata 2013’an de di 105 salî de jiyana xwe ji dest da. Dayika Berfo dema dijiya, li gel gora xwe, gorek vala hişt û got: “Gora Cemîl negirin. Heta hestiyên wî neyên dîtin bila  vala bimîne. Ger we rojekê hestiyên wî dîtin, bînin gel min defin bikin.”   ‘Em tenê gorekê dixwazin’   Dayikên Şemiyê  gotin ‘em mirî yan zindî windayên xwe dixwazin û dixwazin gorek wan hebe’ û di çalakiyan de bi dehan carî rastî şîdeta polîsan û binçavkirinan hatin û tu car dest ji têkoşîna xwe bernedan. Di 2018’an di hefteya 700’emîn a çalakiyê de Qeymeqamtiya Beyoglu Qada Galatasarayê qedexe kir û di 25’ê Tebaxa 2018’an de dayik li qadê hatin derbkirin û binçavkirin.  Du sal piştî  biçavkirinê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdianame amade kir û li 46 kesî li 21’emîn Dadgeha Cezya Asliyeyê doz hat vekirin. Ji hefteya 700’î heta niha dayik nikarin li qadê bên gel hev. Dayikên ku hefteya xwe ya 842’an li pey xwe hiştin, 26 sale têdikoşin.   Polîtîkaya qirkirinê ya hîna pêk tê   Em li mînaka dawî ya pratîka windakirinê ya li hember gelê kurd û kêmaran pêk tê binêrin. Li Elkê ya Şirnexê li gundê Mehre, Şîmunî û Hurmuz Dîrîl di 7’ê Çileyê 2020’an de hatin revandin. Xebatek bi bandor nehat kirin û 70 roj şûnde cesedê Hurmuz Dîrîl hat dîtin. Zarokên wan agahî ji bavê xwe negirtin.