Gundê Meşqûqa Mezin a xwediyê dîrokeke kevnar 2021-05-26 09:03:53   Medya Uren   MÊRDÎN - Yek ji gundên kevn ê di warê bicihbûna mirovan de Gundê Meşqûqa Mezin e. Xwedî avahiyên balkêş û dîrokî ye. Lê belê nayê parastin  û ji ber vê yekê gundî jî gazinan dikin. Dîroka Meşqûqa li benda kifşkirinê û parastinê ye.   Gundê Meşqûqa Mezin girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. Li derdora wê gundên weke Diêmê, Meşûqa Biçûki Cildui, Qeynun, Demira û Şeebana cih digire. Gund di nava deştek bi kevirên çiyayê Qerejdaxê tije de hatiye bicihkirin. Gund xwedî dîrokek kevnar e ku di çaxa neolotîkê de mirov lê bi cih bûne. Ango yek ji cihên landika şaristaniyê ye. Em bala xwe bidin avahî û dîroka Gundê Meşqûqa Mezin  lêkolîn bikin. Meşqûqa Mezin li benda kifşkirinê û parastinê ye.   Qerejdax û gundên derdora wê xwedî dîrokek kevnar e. Ew yek ji cihên yekem ên çaxa neolotîk a nîştecihîyê ye. Li gorî lêkolînên ku li navçeya Dêrika Mêrdînê hatine kirin jî ev rastî hat eşkerekirin. Avahî û amûrên ku ayidê çaxa Helenîstîk a sedsala 3’yemîn hene. Gundê Meşqûqa gundekî Ermeniyan e û xwedî dewlemendiyeke xwezayî ye. Ji ber ku riya bazirganiyê ya îpekê di nava gund re derbas dibe û ji ber dewlemendiya xwe ya çandinî û sewalkariyê  gundekî dewlemend e. Dêr û golek wê ya çêker heye ku ev jî bi destên endezyarên çaxa navîn hatiye çêkirin.   Ji ber nayê parastin hidiweşe   Gund di sala 1240'î de li ber şewba Mogol a Vebaya Reş dikeve. Piştî şewbê jiyan li gund namîne û di salên 1800’î de eşîra bi navê Dilbêsî ya di bin axatiya Xazal Axa de ye bi cih dibin. Piştî demê jî kesên cuda li gund bi cih dibin. Avahiyên xwezayî hîna li ser piyan bûn. Heta vê dawiyê ji ber ku nehat parastin hildiweşin.   Avahiyên dîrokî yên gund   Gundê Meşqûqa Mezin xwedî taybetmendiyek dîrokî ye. Avahiyên lê hatine çêkirin bi taybetî bala mirov dikişîne. Di gund de dêreke kevnar a bi navê Mor Gavargis  heye. Avahiya dêrê ji yên din pir cudatir e. Dêr bi kevirên volkanîk ên Qerejdaxê hatiye temamkirin. Li gorî wê çaxê bi kerpîç û spîka hêkê tê zexmkirin. Hundirê wê ji 3 qedemeyan pêk tê û her qedeme jî  3 deriyên wê hene. Li ber deriyê dêrê bi sê teşeyî xec hatiye nexişandin. Li gorî dibêjin ew her sê nîşane di heman demê de nîşaneya malbatên navdar û oldar nîşan dide. Beriya niha jî gelek dîroknas hatine li ser lêkolîn kirine û diyar kirine ku dîroka dêrê baş nayê zanîn lê diyar e ku yek ji avahiyên herî kevin ên Mêrdînê ye û ji hezar salî zêdetir temenê wê heye. Lê mixabin dêr weke gova sewalan tê bikaranîn û ji ber lê nayê temaşekirin jî hêdî hêdî hildiweşe.   Gola bi destan hatiye çêkirin   Yek a girîng û balkêş jî gola li gund a bi destan hatiye çêkirin e.  Gol ava xwe ji kaniya Şemrexê ya ku 20 km dûr e digire. Av bi qenalên binerdî yên ku bi keviran binê wê û banê wê hatiye nixumandin digihêje golê. Ji bo binê golê qirêj nebe û zingarî nebe jî bi taybetî hatiye çêkirin. Ji golê heta dêrê jî qenalek avê diçe. Ev gol û qenal erkek mezin a jiyanî hildigire ser milê xwe. Gol erkên weke ava vexwarinê, xwedîkirina sewalan û wekî din pêwîstiyên jiyanî pêşwazî dikir. Lê gol di van salên dawî de ji ber ku şaredarî erka xwe nayne cih tê qirêjkirin û diçike. Cihê avê bûye cihê çopa gund.   Gundî naxwazin avahiyên dîrokî tune bibin   Beriya me gelek kes çûne gund  û gotine em ê dêrê yan jî golê çêbikin. Dema gundî me dibînin yekem car dest bi giliyan dikin. Dibêjin kesên tên tenê zirtan didin lê em çareseriyê dixwazin. Yek ji wan xwecihên gund Fatma Ege jî wiha dibêje:"Gundê me gundekî xweş e. Lê mixabin niha weke dojehê lê hatiye. Kesên tên jî tenê zirta didin. Di gund de kes nema." Gundî li bendê ne ku ji wan re çareseriya çopê û paqijiyê were, ango dixwazin avahiyên dîrokî jî tune nebin.   'Kes di gund de nema'   Weke ku Fatma Ege jî dibêje ji ber derfetên kar nayên pêşxistin, ciwan di gund de namînin. Fatma dibêje ger derfet werin dayîn û jiyana rojane were hêsankirin wê li gund koçberî jî çênebe. Ew ê bêhtir di nav hev de jiyanek xweştir biborînin.   'Xwezî bi rojê berê'   Fatma Ege di berdewamiya axaftina xwe de qala jiyana gund dike û dibêje:"Berê paletî hebû. Kar û bar zehf bûn. Em jin û zilam bi hev re dixebitîn. Ya rast hişê me zêde weke roja îro li ser pere ne mijûl bû. Bêhtir wijdanê xelkê pak bû. Me karê xwe yê rojane dikir û em hevdu difikirî. Gelek caran nexweşiyên navxweyî di nav me de derdiketin ku 3 caran jî ji ber van sedeman gund hate valakirin. Lê xwezaya gund wê demê ji me re bû hesret."   'Gundê me xira dibe'   Kesume Eke ya yek ji xwecihên gund e wiha got:"Gundê me gundekî kevnar û xweş e. Ger lê were temaşekirin û parastin ji her aliyê wê bêhna dîrok û dewlemendiyê tê. Mixabin her ku diçe gundê me tune dibe. Piştî ku kurmanc li vir bi cih dibin şûnde 3 caran koçberiyê dijîn. Hersê caran jî bi şerê navxweyî ev pêk tê. Niha tenê 31 avahiyên me li gund hene. Di nav van kesan de jî ciwan tune ne. Divê avahî werin çêkirin û paqijkirin."