Ji jinên Dêrsîmê li dijî şîdetê bang: Rabin serhildanê 2021-05-25 09:05:30     Gulîstan Azak   DÊRSÎM - Li Dêrsîmê jina bi navê V.Y. cendirmeyan ew bi kûştinê tehdît kiribû û şîdet lê hatibû kirin. Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku bi vê tê armanckirin ku gelê Dêrsîmê bê çewisandin û gotin: “Divê gelê Dêrsîmê rabe serhildanê. Wekê din rê tune.”   Li ser riya Pilûr-Dersîmê polîsan di 20’ê Gulanê de, jina bi navê V.Y bi sifata gumanbariyê di GBT'ê re derbas kir. V. 10 deqe şûnde ji bo biçe mala xwe li rawestgehê sekinî û ekîbên cendermeyan bi gumana ‘ bombeya zindî’ V.  li erdê dirêj kirin û çek dan serê wê. Piştî ku V. qêriya kesên hatin cihê bûyerê bertek nîşanê cenderme û polîsan dan. Polîs ji bo girse belav bibe jî gaz avêt.   V. roja bûyerê çû Eminiyeta Dêrsîmê û gilî kir. Walîtiyê di daxuyaniya ku rojek berê da de diyar kir ku du peywirdar hêzên ewlehiyê ji peywirê hatine girtin. Li aliyê din ji ber der barê bûyerê de sînorkirin heye parêzeran xwe negîhand girtekan.   Jinên Dêrsîmê bertek nîşanê rewşê dan.   Xwendekar Ezgî Çelebî, da zanîn ku di bûyera hatiye jiyîn de vekişîna peymana Stenbolê bi bandore û ev tişt got: “Gelo wê berpirsê qetilkirin an jî birîndariyeke pêk bihata kîbûna? Bi cesareta ku ji vekişîna peymanê digirin wisa dikin. Ev nayên qebûlkirin. Şîdeta mêr êdî bi rehetî tê kirin. Divê jin bertekên xwe nîşan bidin û piştevaniyê xurt bikin.”   Armanca esas çi ye?   Sultan Sariateş jî destnîşan kir ku ev tişt nayên qebûlkirin û wiha got: “Gelo ji bo mirovan bitirsînin wisa dikin. Armanca wan çi ye? Ev tişt dibe ku rê li ber encamên neyînî vebike. Jiyana mirovan di xetereyê deye. Ev rewş ji bo her kesî xeter e.”   Nazli Çelîk jî ev tişt daxuyand: “Li Dêrsîmê mixabin her jin dikare bi pêkanînek wisa re bê rû hev. Ev travmaya hemû jina ye. Tişta hatiye jiyîn dijahlaqî ye. Dixwazin di nav civakê de bêbaweriyekê ava bikin. Bi salane jin bi van rêbazan tê çewisandin û mafê wê yê jiyanê tê binpêkirin.”   ‘Armac çewisandina gel e’   Geyîk Murat jî wiha bi lêv kir: “Bûyera hatiye jiyîn tiştekî qirêj û nikare bê qebûlkirinê ye. Armanc çewisandina gel e. Divê gel têbikoşe, serî hilbide û rabe ser piyan. Wekê din rê tune ye. Divê ev pergal êdî bidawî bibe.”