'Ji ber xala 19’an pêk nehat Fatma jiyana xwe ji dest da' 2021-05-25 09:03:40     Hîkmet Tunç   WAN - Seroka Komeleya Jinan a STAR û parêzer Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser xala 19'emîn a Peymana Stenbolê û got: "Muvekîlên me di alî xwe îfadekirina bi zimanê dayikê de pisgirêkan dijîn. Di alî wergervanan de pirsgirêk tên jiyîn. Li vir mafên wan tê binpêkirin."   Di 20’ê Adarê de bi biryara serokomar Tayyîp Erdogan re Peymana Stenbolê hat feshkirin û li dijî feshkirinê têkoşîna jinan didome. Jin diyar dikin ku Peymana Stenbolê ya me ye. Di rêzenîvîsa me ya xalên Peymanê de îro jî em bal dikişînin ser xala 19’emîn.   Berpirsyariyên xala 19'emîn wiha ne:    “Welatên alîgirt di mijara xizmetên piştgirî û tedbîrên qanûnî de, bi zimanekî ku xwe didin fêmkirin, wê tedbîr û qanûnên hewcedar yên ku  agahiyên di demê de û têr digire, wê bigire.”   Di KADES’ê de kurdî tune   Di peymanê de tê diyarkirin ku divê dewlet ji bo jinên rastî şîdetê hatine, bi zimanê ku fêm dikin, di dema xwe de agahiyan jê bigire. Lê Tirkiyeyê ev bi bandor pêk neanî. Hikûmet Pêkanîna Piştgiriya Lezgîn a Jinan yanî KADES xist jiyanê. Di 2018’an ji aliyê wezareta Xizmetên Civakî û Xebata Malbatê ve KADES ket jiyanê û KADES tenê di telefonê nû de têbikaranîn. KADES’ê tenê xizmeta bi Tirkî pêkanî. Lê di meha adara îsal de xizmeta pirzimanî ket jiyanê. Bi zimanên Tirkî, Erebî, Farsî, Îngîlîzî, Rûsî û Fransî xizmet da. Ji ber nebûna kurdî bertekên mezin hatin nîşandan. Rêxistinên jinan ev wek newekhevî şîrove kirin.   Li gorî daxuyaniya wezareta karê hundir ya di meha adarê de daye, mîlyonek û nîvî ev pêkanîn daxistine. Ji wê demê heta niha 90 hezar û 949 jinî îxbar kir. Her çiqas wezaret îdia bike ku gihiştiye hedefa xwe jî tê dîtin ku gelek jinî nikaribû xwe bigihîne xizmetê.    Ger xal pêk bihata wê Fatma bijiya   Pêkneanîna xala 19’an bi taybet li bajarên kurdan rê li ber mexdûriyetek mezin vedike. Ji ber kurdî di qada cemawerî de nayê bikaranîn, jin rastî her cureyê êrîşê tên û herî dawî serî li qerekol û emniyetê didin.  Jin ji ber pisgirêka ziman, îfadeya wan dereng tê girtin û ji ber vê jî bi kuştinê re tên rû hev. Fatma Altinmakas li Melezgîr a Muşê dijiya. Fatma rastî tecawizê hatibû û li qereolê ev vegotibû lê ji ber wergervanê kurdî tunebû, mafên xwe bi zimanê xwe nikaribû vebêje. Fatma ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve di 14’ê tîrmeha 2020’an de hat qetilkirin.   Penaber pisgirêka ziman dijîn   Her wiha jinên penaber jî dema rastî şîdetê tên û ji ber pisgirêka ziman nikarin xwe îfade bikin, îfada wan dereng tê girtin an jî nikarin xwe bigihînin xizmetê. Ev li her derê Tirkiyeyê tê jiyîn. Seroka Komeleya Jinan a STAR û parêzer Dîlan Kunt Ayan xala 19’emîn ji ajansa me re nirxand.   Dîlan diyar kir ku xala 19’an a peymanê gele aşkera ye, lê di CMK’ê de jî tê îfadekirin ku mexdûr divê bi zimanê ku fêm dike parastinê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Yanî beriya peymana navneteweyî di CMK’ê de jî ev tê îfadekirin. Lê mixabin ji ber nakeve  meriyetê pisgirêkên cidî tên jiyîn. Parêzer jî pirsgirêkên cidî dijîn. Muvekîlên me di alî xwe îfadekirinê de pisgirêkan dijîn. Di alî wergervanan de pirsgirêk tên jiyîn. Di vê rewşê de çi dibe; Hem jinên mexdûr, hem jî jinên di rewşa gumanbariyê de, hem jî jin û mêrên ku di vî alî de nikarin îfadeyê bidin, dikare kesên gumanbar zor li wan bikin ku îfadeyê bidin. Ev jî dibe sedema mafê cidî. Gotinek be jî cuda bê qeydkirin, ev dibe sedem mafê mirovan."   Wê Fatma nav me de bûya   Dîlan, wiha bal kişand ser îfade dayînê ya bizimanê dayikê: "Îdiayek birayê Fatma Altinmakas hebû, ‘Fatmayê ji ber xwe bi zimanê xwe nikaribû îfade bike, ji ber wergervan tunebû, roja din hevjînê wê ew qetil kir. Ger ku gilî bikira, îfada wê bihata girtin wê parastin bidanayê. Wê Fatma îro bijiya.' Em dibêjin ku divê kes xwe bi zimanê ku rehet îfade dike, îfada xwe bide. Mixabin Tirkiye vê berpirsyariya xwe nayne cih. Li welat ev aşkera tê dîtin. Demek berê li Navenda Şûnde Şandinê ya taxa Kurubaş a (GGM) Artemîtê bûyere tecawizê mijara gotinê bû. Heman rewş li vir jî mijara gotinê ye. Em nabêjin tenê kurdî, divê bi her zimanî kes xwe bikaribin îfade bikin. Li Wan û gelek bajarên Tirkiyeyê divê wergervan van hebin û mirov bikaribin xwe bigihînin van. Lê di vê mijarê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn."   Xebatên komîsyona ziman a Kurdî dest pê kir   Dîlan, di dawiya axaftina xwe de ser xebatên Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya rawestiya û got: "Li komîsyonê me dest bi xebatan kir. Em vê xebatên gelek bi nirx dibînin. Ev pêngaveke cidî û girînge. Peymana Stenbolê ji ber vê gelek girîng e. Em bi nasnameya xwe hiqûqî heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”