Pîroz Olmez: Em dest ji vî gundê wekî bihuştê bernadin 2021-05-25 09:02:55     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Pîroz Olmez a ku li Gundê Melêse yê Elkê dimîne, li ser jiyana gund axivî û got: “Li gund hemû kar bi taybetî li ser milên jinê ye. Her çiqas jiyana gund zehmet be ewqas jî xweş e. Gundê me wek bihûştê ye. Jiyana bajêr ji bo me nexweşe.  Em jiyana li gund tucarî bi ya li bajêr nadin û em dest ji vî gundê wekî bihuştê bernadin.”   Gundê Melêse ê navçeya Elkê ya Şirnexê ku xwedî dîrokekê kevnare bi hatina biharê re bi şinahî û gûlan xemilî. Pîroz Olmez(52) a ku li vî gundê dimîne têkildarî jiyana gund de axivî û got ku ew jiyana gund bi jiyana bajêr tu carî nagûherîne.     Pîroz, anî ziman ku ew ji gundê Elemûn ê navçeya Qilebanê ye û piştî ku zewiciye şûnde li Gundê Melesê bi cih bûye. Pîroz, diyar kir ku li gund debara xwe bi sewalkariyê dikin û got: “Li gund em wekî malbat debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê şêniyên gund sebze jî diçînin û hilberîna fêkî jî dikin. Ji destpêka biharê de çandinî tê kirin. Her wiha em jin her demsala biharê berê xwe didin pincarê cur bi cur jî kom dikin û tînin.  Li gund hemû pêdiviyên xwarinê em bi destên xwe amade dikin. Li gund jiyanek xwezayî heye. Gundê me gundek gelek xweşe. Bi xwezaya xwe mirovan ecepmayî dihêle.”   ‘Her çiqas jiyana me zahmet be xweşiyên wê jî hene’   Pîroz, diyar kir ku ew serê sibehê zû  radibin dest bi rojê dikin û wiha behsa rojekê xwe kir: “Piştî ku em radibin taştêya xwe dixwin û piştre dest bi karê malê dikin. Piştî karê malê em diçin bêriyê pezên xwe didoşin. Em wî şîrî tînin dikin mast û penêr. Em têra xwarina xwe dihêlin û yên zêde jî dibin difroşin. Em rojê du caran pezê xwe didoşin. Dema bihar nû dest pê dike em rojê carekê pezên xwe didoşin. Lê dema havîn tê em rojê du caran didoşin. Her wiha em diçin li çiya pincarê cur bi cur kom dikin û tînin. Em vî pincarî jî tînin hem ji bo xarina xwe ya zivistanê vediqetînin û hem jî difroşin. Pincar biharê tê komkirin dema ku bimîne qert dibe. Di demsalên dinê de giya nayê kom kirin û xwarin. Em pincarê wek bîk, mendedan, siyabo û hemû  pincarê li çiya şîn dibin tînin. Ev pincar ji bo tendirustiyê jî baş e. Jiyan û debara me bi vî wawayî ye. Zehmet be jî em debara xwe dikin. Lê vîsrusa koronayê bandor li me jî kir. Her wiha em nanê xwe jî bi xwe dipêjin Li gund jiyan zahmete lê xweşiyên wê zêde ne. Herwiha em çanda xwe ya destkariyê jî didomînin.”   ‘Gundê me wek bihûştê ye’   Pîroz, xweşî û aramiya gundê xwe wek bihûştê bi nav kir û wiha got: “Gundê me gelek xweşe. Kesên ku tên vî gundî ji ber xweşbûna gund sermes dibin. Her çiqas jiyana gund zehmetbe jî em di nav bihûştê de dijîn. Gundê me sebrê dide mirov. Em gelek li gundê xwe kêfxweşin. Ji ber ku em ji vî gundî ne em xwe bi şens dibînin. Em jiyana gund bi ya bajêr naguherin. Em dema diçin bajêr bêhna me teng dibe.  Em li gund mihtacê tu kesî nabin. Ji ber ku em li gund hemû pêdiviyên xwe bi xwe amade dikin. Ji ber vî yekê gund ji bo me baştir e. Ji bo amadekariya zivistanê jî em dest bi komkirina daran dikin. Zivistanê zêde kar tune ye. Berhemên ku em havînê berhev dikin, zivistanê li gorî pêdivyên xwe bi kar tînin.”   ‘Jin kedekê mezin didin’   Pîrozê, got ku ciwanên niha zêde guhên xwe nadin jiyana gund û wiha pêlda axaftina xwe: "Ciwanên niha hez nakin zêde li gundan bimînin ji ber ku kar tune ye û zextên dewletê jî li ser ciwanan bêhtir in.Ji ber wê ciwan berê xw didin bajaran lê bajar ji bo mirovan wek girtîgeh e. Her wiha bi taybetî karê gund bi destên jinan tê kirin. Jin kedeke mezin didin. Dema nexweşî çêdibin em jin bi dermanê xwezayî wan baş dikin. Em tedawiya xwe bi xwe dikin. Çi dibe bila bibe em dest ji gundê xwe bernadin."