'Meseleya Fîlîstînê yek ji aloziyên şerê li Rojhilata Navîn e' 2021-05-25 09:01:59     HESEKÊ - Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de nirxand. Henanê bal kişand ser pirsgirêka nayê çareserkirin û wiha got:"Meseleya Fîlîstînê yek ji aloziyên şerê li Rojhilata Navîn e. Ji ber merselaya Fîlîstînê û ya kurd nayên çareserkirin loma ev dibin sedema yek ji krîza kûr a Rojhilata Navîn."   Di van demên dawî de dîsa di navbera dewleta Îsraîl û Filîstînê de şer qewimî û di encama vî şerî de jin, zarok jî di nav de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn. Li ser vê mijarê Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman nirxandin kir.    'Paqijkirina etnîkî dest pê kir'   Henanê da zanîn ku rehên pevçûna di navbera Filîstîn û Îsraîlê de bi derketina siyonîzm û neteweperestiya ereb ji dawiya sedsala 19'an de ye û wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Nakokiya bîrdozî ya di navbera yahûdî û ereban de, bi zelalî di destpêka sedsala bîstan de derket holê. Her wiha di sala 1947'an de şerekî dijwar encam da. Di vî şerî de paqijkirina etnîkî û koçberkirina sîstematîkî ya Filistîniyan ji gund û bajarên wan, dest pê kiribû. Piştî ragihandina dewleta Îsraîlê di sala 1948'an de ev nakokî ji pevçûna Filistîn-Îsraîlê ve veguherî pevçûnek di navbera Ereban û Îsraîlê de. Ev nakokî bi derketina Siyonîzmê û koçberiya neqanûnî ya cihhûya ji bo Filistînê ve girêdayî ye."   'Meseleya Fîlîstînê yek ji aloziyên şerê li Rojhilata Navîn e'   Henanê di domandina nirxandinên xwe de bal kişand ser aloziyên şerê di Rojhilata Navîn de û sedemên wê û wiha pê de çû: "Meseleya Fîlîstînê yek ji aloziyên şerê li Rojhilata Navîn e. Ev alozî û nakokiyên heyî di Rojhilata Navîn de yek ji mijarên herî navendî tê hesibandin. Bê guman di navbera meseleya kurd û Filistînê de wekheviyên mezin hene. Yek ji girîngtirîn sedemên kirîz û aloziyên li Rojhilata Navîn, neçareserkirina van her du pirsgirêkan e. Di dirêjkirina vê pevçûnê de tevlîbûna gelek aliyên navneteweyî jî sedemeke mezin e. Projeya Siyonîst bi nijadperestiyê ve girêdayî ye. Li vir metirsiya vê projeyê heye, di nava gel de hêzek leşkerî ya zêde, çeka desteserkirina xaniyan û zexta li ser mirovan bi awayên cûrbecûr, wek destdirêjî, gefxwarin an teşwîqên madî bi kar tîne. Di heman wextê de guhertina demografîk, çawa Tirkiye  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir dike, heman tişt e. Pirsgirêka Taxa Şêx Cerah ji bo gelê Filistînê wekî xelekek nû ya yahûdîkirina Qudusê û derxisitna Ereban a ji wê herêmê ye, wekî pirsgirêkek nasnameyê tê hesibandin."   'Divê Rojhilata Navîn xwe bispêre Netewa Demokratîk'   Henanê destnîşan kir ku Rojhilata Navîn dergûşa şaristaniyan, dergûşa olên xwedayî û cihêrengiya çandî, etnîkî û neteweyî ye û wiha dewam kir:"Li ku derê be bila be tu mantixa înkarkirina nasnameyê tune ye. Çawa li Tirkiyeyê rêjîmên li pey hev, ne tenê di nav tixûbên Tirkiyeyê de, li her deverên gelê kurd lê bi cih dibin hewl dan nasnameya kurdî û hebûna kurd ji holê rabikin û tune bikin, ev yek jî heman tişt e. Ji ber herêma me mozaîkek cudahî û cihêrengiya çandî ye. Divê em xwe bispêrin prensîba neteweya demokratîk a ji rêgezên herî girîng a paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan e. Da pirsgirêkên dîplomatîk ên li herêmê werin çareserkirin û li ser esasê jiyana bi hev re pergal bê meşandin."   'Divê piştgirî ji ramanek tundrew re neyê kirin'   Henanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo her prose ji bo pêkvejiyana aştiyê li herêmê bi ser bikeve, divê piştgirî ji ramanek tundrew û meyla terorîzmê re neyê kirin. Pêdivî heye her gel hebûna gelên din nas bike û teror bi hemû şêweyên xwe were sekinandin. Rastiyên dîrokî pêwîst e bi analîzek objektîf li ser were xebitandin."