ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'Ê 2021-05-25 09:00:00     *Seroka Navenda Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de nirxand. Henanê bal kişand ser pirsgirêka nayê çareserkirin û wiha got:"Merseleya Fîlîstînê yek ji aloziyên şerê li Rojhilata Navîn e. Ji ber merselaya Fîlîstînê û ya kurd nayên çareserkirin loma ev dibin sedema yek ji krîza kûr a Rojhilata Navîn."   *Pîroz Olmez a ku li Gundê Melêse yê Elkê dimîne, li ser jiyana gund axivî û got: “Li gund hemû kar bi taybetî li ser milên jinê ye. Her çiqas jiyana gund zehmet be ewqas jî xweş e. Gundê me wek bihûştê ye. Jiyana bajêr ji bo me nexweşe.  Em jiyana li gund tucarî bi ya li bajêr nadin û em dest ji vî gundê wekî bihuştê bernadin.” DÎMEN HEYE   * Seroka Komeleya Jinan a STAR û parêzer Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser xala 19'emîn a Peymana Stenbolê û got: "Muvekîlên me di alî xwe îfadekirina bi zimanê dayikê de pisgirêkan dijîn. Di alî wergervanan de pirsgirêk tên jiyîn. Li vir mafên wan tê binpêkirin."BI DÎMEN   *Seroka ÎHD’a Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî şîdeta li ser jinê û polîtîkayên bêcezabûnê nirxand û da zanîn ku di serlêdanên tên kirin de zêdebûnek heye û serlêdan ji bo ewlehiya can, starbûn û hewcedariyên aborî tên kirin.  BI DÎMEN   *Li Dêrsîmê jina bi navê V.Y. cendirmeyan ew bi kûştinê tehdît kiribû û şîdet lê hatibû kirin. Jinên Dêrsîmê diyar kirin ku bi vê tê armanckirin ku gelê Dêrsîmê bê çewisandin û gotin: “Divê gelê Dêrsîmê rabe serhildanê. Wekê din rê tune.”BI DÎMEN   *Karkerên jin ên çandiniyê yên li herêma Anataloya Navîn di konan de dijîn bal kişandin ser zor û zehmetiyên dijîn û gotin: “Mirov li ser axa xwe be hestek cudaye. Dema ku debare bibe kes axa xwe nahêle û naçe cihek din. Me axa xwe hişt û em hatin. Ji warê xwe dûr dijîn. Ji bo mirovan wek mirin e.” BI DÎMEN