Di lêpirsîna derbarê MEBYA -DER'ê de jinek din hat binçavkirin 2021-05-24 16:47:39     WAN - Di lêpirsîna derbarê MEBYA -DER'ê de keseke din hat binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku di 19'ê Gulanê de hat destpêkirin 15 kes hatin binçavkirin.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve di 19'ê Gulanê de di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê rêveber û endamên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) de hatibû destpêkirin keseke din hat binçavkirin.   Hat diyarkirin ku li navçeya Artemêtê ya Wanê li Taxa Suphanê di serdegiritna li malê hat kirin de Halîme Suslu hat binçavkirin û birin muduriyeta polîsan. Hat ragihandin ku nehatiye hiştin Helîme bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike.    Li gel MEBYA -DER'yan ku dema binçavkirina wan 4 rojên din jî hat dirêjkirin di lêpirsina di heman çarçoveyê de hat destpêkirin hejmara kesên hatin binçavkirin derket 15 kesî.    Li bendê ye ku di 27'ê Gulanê de karê îfadegirtina MEBYA - DER'yan bê destpêkirin.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Hevsoroka MEBYA -DER'ê Gulistan Onver, rêveberên Komeleyê Ceyda Dîndar, Mahmut Dîndar, Cîha Aksu, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureya Azba, Azîze Oner, Nuhî Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karkoç, Kamuran Çîftçî û Nebî Kaçak, Halîme Suslu.    Herwihaha rêvbera MEBYA -DER'ê ku di nav kesên hatin binçavkirin de bû jî Emîne Şaybak, di 21'ê Gulanê de piştî ku îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.