MSD: Em tevlî hilbijartina Sûriyeyê nabin 2021-05-24 15:40:41     NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê derbarê hilbijartinê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Hilbijartin armancên gelê Suriyeyê pêşwazî nake, em tevlî hilbijartinan nabin.”   Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) derbarê hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. MSD’ê ragihand ku ji ber hilbijartinên armancên gel pêşwazî nakin, ew tevlî hilbijartinan nabin.   Di daxuyaniya MSD’ê de ev tişt hatin gotin:   “Meclisa Sûriya Demokratîk gelek caran ragihand ku hilbijartinên armancên gelê Sûriyê pêk naynin û maf û hebûna wan a siyasî temsîl nakin, wan têkildar nakin û dê rê nede xebatên hibijartinan ên li dijî biryara navneteweyî ya 2254’an.   Ligel ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikûmeta Şamê re danûstandinan bikin jî, lê ew yek pêk nehat. Desthilata Şamê hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû bêyî ku mafên mirovan di ber çavan re bigire.   Li ser vê yekê, rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê û berpirsên astengkirina dan û standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254'an in. Li gorî wê biryarê divê desteyeke hikûmeta demkî bê avakirin, atmosfereke ewle bê peydakirin û destûreke nû bê sazkirin ku li gorî wê hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî pêk bên, da ku alozî bi dawî bibe.   Wek MSD em teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin. Helwesta me nayê guhertin. Beriya dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, berdana girtiyan, vegera penaberan, danîna bingehên nû yên siyasî yên dûrî zordariyê û serweriya hêzeke siyasî ya bi tenê û di atmosfereke demokratîk de ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê dipejirîne û wekheviyê bêyî cudakarî û dûrxistin pêk tîne, dê tu hilbijartin tune bin.”