TÎHV: Di nav 10 salan de herî kêm 2 hezar 727 jin hatin kuştin 2021-05-24 15:02:06     NAVENDA NÛÇEYAN - TÎHV, ji bo balê bikişîne ser Peymana Stenbolê bi rêya înfografîk û vîdeoyê xebatek amade kir. Li gorî xebatê di nava deh salên dawiyê de herî kêm 2 hezar û 727 jin hatin kuştin.   TÎHV ji bo balê bikişîne ser girîngiya Peymana Stenbolê ya ku bi destê hikumeta Tirk hate betalkirin, înfografîkek amade kir.   Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û diyar kirin ku dev ji Peymana Stenbolê bernadin. TÎHV, bi dirûşma "Peyman ji bo me di merîyetê de ye" bi rêya înfografîk û vîdeoyê xebatek amade kir.    Di xebatê de ev tişt cih girtin: "Li Tirkiyeyê di nav 10 salan de herî kêm 2 hezar 727 jin ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest da. Di sala 2020'an de 185 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî, ji hêla mêrên ku pêre hevaltî dikir û ji hêla destgirtiya xwe re ve hat kuştin. Di nava heman salî de 265 jin bi êrişa zayendî re rûbirû man. 96 jin bi tecawizê re rûbirû ma. 818 jin ketin tora fihûş e. 284 jin hatin kuştin. Mirina 255 jinan jî bi guman e.    Di nava 10 jinan de 5 jin di encama şîdeta di nava malê de hatin kuştin. Her 5 jinan jinek jî ji ber daxwaza veqedandinê hatin kuştin. Li gorî xebata ku hatî kirin di 4 mehên ewilî ya îsal de jî 108 jin hatin kuştin. Mirina 74 jinan jî bi guman e.    Di nava 10 mehan de ji ber çalakiyên betalkirina Peymana Stenbolê 75 kes bi muameleya ne baş û îşkenceyê re re rûbirû man û hatin binçavkirin. 4 kes ji ber êrişa polîsan birîndar bû. Êrişê 8 çalakiyan kirin û 2 çalakî jî hatin astengkirin.    Partiyên siyasî li Artvîn û Edîrneyê pankarta 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' hatin daliqandin, lê ji hêla polîsan ve pankart hatin rakirin. 4 penaberên ku li Denîzliyê tevlî çalakiyên şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê bibûn hatin biçavkirin û derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatin dayîn.