Gardiyanan li Garibeya di hucreyê de dihat girtin dan 2021-05-24 14:49:29     MÊRDÎN - Li Girtîgeha Kandirayê Garîbe Gezer a di hucreyê de dihat hiştin ji ber ku daxwaza îdareyê ya hevdîtinê qebûl nekiriyê gardiyanan lê da.   Garîbe Gezer bi hinceta agir berdebû koğuşa xwe ya li Girtîgeha Girtî ya Bunyanê ya Jinan ew sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa F a Jimar 1’ê kiribûn û 22 roj cezayê hucreyê dabûnê. Rêveberiya girtîgehê tevî cezayê hucreyê yê 22 rojan ê Garîbeyê xilas bûye jî bi hinceta “cih tune ye” di hucreyê de hiştine.   Garîbeyê di axaftina xwe ya têlefonê ya heftane ku bi malbata xwe re kiri, diyar kir ku wê ji ber di hucreyê de tê hiştin bertek nîşan daye û ji ber berteka wê rêveberiya girtîgehê xwestiyê bi wê re hevtîtinê pêk bine. Garîbeyê di axaftina xwede ani ziman ku ji ber wê daxwaza rêveberiya girtîgehê red kiriyê 10 gardiyanan êrişî wê kirine.   Garîbeyê, diyar kir ku ji ber li dijî birina bi darê zorê hatiyê gardiyanan lê dane û ew bi erdê re hatiye kaşkirin. Gaîbeyê anî ziman ku ji ber lêdana gardiyanan nikare milê xwe bilepitîne û di laşê wê de birîn çebûne.   Garîbeyê anî ziman ku rêveberiya girtîgehe, girtiyên edlî li tenişta hucreya wê bi cih kirine û girtiyên edlî di ser dîwêr re qedeh û şûşeyan diavêjin.