Beycan Taşkirin a ESP'yî hat binçavkirin 2021-05-24 13:53:10     DÊRSIM - Cîgira Hevseroka ESP'ê Beycan Taşkiran li Dêrsimê hat binçavkirin.   Cîgira Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran li Dêrsimê hat binçavkirin. Beycan a ji aliyê polîsên navendê hat sekinandin û ji GBT'ê derbas bû piştre hat binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.    Nehat hînbûn ku Beycanê ji bo çi hatiye girtin û hat hînbûn ew ê di nava rojê de bibin Amedê.