Çalakiya malbata Şenyaşar 77 roj in didome 2021-05-24 11:16:33     RIHA - Malbata Şenyaşar ku 77 roj in li ber Edliyeya Rihayê mobeta “edaletê” digire. Malbat di çalakiyê de wiha got: "Têkoşîna me ya edaletê heta ku bersiv bibîne dê bidome."   Nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 77’an de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku îro jî serê sibehê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin.     Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me hatin qetilkirin. Bila rayedarek rabe û bibêje, ‘tiştek wiha pêk nehatiye’. Em ê jî biçin mala xwe. Kujer diyar in lê dozgerê ku tişta pêwîst bike tuneye. Têkoşîna me ya edaletê heta ku bersiv bibînê dê bidome… Em ê bêdeng nebin.”