HDK: Em Kolektîfa Femînîst a Fîlîstînî silav dikin 2021-05-24 11:14:34   ENQERE- Meclîsa Jinê ya HDK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Kolektîfa Femînîst a Fîlîstînê, hevrêyên xwe yên femînîst ên li nava Fîlîstînê û derveyî wê, têkoşîna wan silav dikin.   Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo jinên Fîlîstînî daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkoşîna jinan silav kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em Kolektîfa Femînîst a Fîlîstînê, hevrêyên xwe yên femînîst ên di nava Fîlîstînê û derveyî wê, têkoşîna wan silav dikin, ku ji bo azadiya Fîlîstîniyan li ber xwe didin. Haya me jê heye ku li xaka ji aliyê dewleta Îsraîlê ve hatiye dagirkirin kiryarên Apartheîdê tê bicihanîn, polîtîkayên êrişkariyê yên li dijî Fîlîstîniyan zêde bûne. Ji kiryarên alîgirê şer ku siyaseta mêtinger û mêr dewam dike, herî zêde jin û zarok zerarê dibînin.   Bi navê Meclîsên Jinê yên HDK'ê, em radigihînin ku piştgiriya Kolektîfa Femînîst a Fîlîstînê dikin ku ev yek gava destpêkê ya çalakiya femînîst a enteransyonal e.   Em zanin ku piştevaniya femînîst a enternasyonal me xurt dike, ji bo cîhaneke azad û wekhev têkoşîna me mezin dike. Em bi biryar in ku têkoşîna femînîst li her qadê dewam bikin."