Malbatên windayan: Dibe ku rojekê werin 2021-05-24 09:01:46   Medya Uren   MÊRDÎN - Li Kerşafê 4 xizmên hevdu di heman demê de di salên 1995’an de hatin windakirin. Malbatên windayan ên 26 sal in li wan digerin wiha gotin:"Ev 26 sal in em ji gund neçûne cihekî din. Me got dibe ku dema werin, me nebînin. Em hîna li benda wan in."   Li her warê kurdan nîşaneyek êrişa rayedarên Tirkiyeyê heye. Di pêvajoya salên 1995’an de bi hezaran gund hatin valakirin, bi milyonan mirov ji cihê xwe hatin koçberkirin û bi sedan kes jî yan hatin qetilkirin, yan jî hatin windakirin. Li Gundê Kerşafa Mîdyadê jî di salên 1995’an de 4 xizmên hevdu, Hecî Şikrî Demîr (65), Mehmet Emîn Etug (67), Hecî Ehmet, Hecî Hizniya hatin windakirin û 26 sal in bê navber malbat li windayên xwe digerin û bi hêviya rojekê li derî bixin dijîn. Di vê têkoşîna xwe ya lêgerîn û xwedîderketina li mafên xwe de jî gelek ji xizmên windayan jî jiyana xwe ji dest dan. Malbatên windayan behsa wê demê û hêviya wan a tu carî bi dawî nebûye kirin.    'Her tişt ji nişka ve hat guhertin'   Wehbiya Demîr bûka Şikrî Demîr e. Wehbiya di serî de balê dikişîne ser jiyana gund û wiha dibêje: "Em welatiyê Kerşafê tev kurd in. Çawa ku em tucarî rastiya xwe înkar nakin jî em gundiyên di halê xwe de bûn. Karê me çandinî û sewalkarî bû. Em şefeqê dihatin nav erd û êvarî jî em vedigeriyan malê. Înkar kirin û tune hesibandin û vê carê jî biryara qirkirina me hat dayin. Her tişt hat guhertin. Gelek zilm dikirin loma ciwanên me li dijî vê yekê tevlî nava refên têkoşeran dibû. Vê carê jî ev dikirin hincet û dîsa êriş dikirin."    'Ji derveyî hatina wan hêviyek din tu ne ye'   Wehbiya bal kişand ser êrişan û wiha got:"Her roj li ser me gef, êriş û tundî hebûn. Ne hizûr ne jî jiyanek ji me re hiştin. Di wan pêvajoyan de bi sedan gund hatibûn valakirin. Me got ji nişka ve jiyana me hat guhertin. Êdî ji wan rojan heta roja îro me rojek xweş nedît. 4 kes ji malbatekê birin û nema vegeriyan. Her ku em diçin li ser erdên wan dixebitin ew tên bîra me û em hêviya vegera wan di hundirê xwe de xurt dikin. Carna em dibêjin wê heta roja îro nikaribe bijî. Lê  cardin jî em nikarin ji bo hatina wan hêviya xwe qut bikin."   'Xeberek jî me girtiba wê besî me ba'   Sultan Demîr a hevjîna Hecî Evdila ye da zanîn ku hêviya wan qet bi dawî nebûye û wiha got: "4 keç ku keçên kesên hatibûn windakirin bûn tevlî nava refên têkoşeran bûn. Piştî wê dewletê ba malbatê kir û li aqûbeta wan pirsîn. Piştî îfadeya wan, wan berdidin lê piştre ew winda kirin. 26 sal ji ser bûyerê derbas bûye. Hîna me xeberek negirtiye. Me zanîba êdî hew tên, me yê hêviya xwe qut kiriban. Lê hîna dema dergeh lê dide yan em xewnekê dibînin em dibên va ye vegeriyane. Hestên me û bîranîna wan tucar li gel me kevin nebûye. Hîna weke ku nû winda bûne tên ber çavên me. Xeberek jî me girtiban besî me bû. Lê ne me taziya wan dît û me ne duayek li ser mezelên wan kir. Em ê bi wê hesretê bimirin. Ji ber ku ciwanên me tevlî bûn îşkence kirin lê ev îşkence ne heq e, sûcê herî mezin e."   'Bi hêviya dê werin, çavên me ronî bikin, em disekinin'   Sultanê da zanîn ku tu carî êriş bi dawî nebûne û wiha pê de çû: "Êdî gef û tundiya mezin li gundan qewimî. Gundên me weke girtîgehek servekirî bû. Gelek welatî ji ber vê sedemê ji gund reviyan. Lê em tim li gund man. 26 sal in em li heman cihî ne. Bi hêviya ku carekê werin û çavên me ronî bikin. Ez dayika 13 zarokî me û bi tena serê xwe min wan xwedî kir. Ev tê çi wateyê hûn nizanin."   'Ez her roj li benda wan im'   Şukran Bîlmen a Dayika Şemiyê da zanîn ew her roj li benda windayan e û wiha got:"Ez her roj li benda wan im. Bi hêviya wê rojekê werin. Yên ku van rojan bi me dane jiyîn bila ew jî rojeke xweş nebînin. 4 xizm bi hev re wenda kirin. Dilê me bi jan e. Ew nayên jibîrkirin tu carî. Pêwîst e em nedin jibîrkirin. Divê em hesabê 26 salan bipirsin. Yê me çi ji destên me tê em dikin. Cihek nema em li wan negeriya. Dema digotin li derekê hinek şehîd ketine em direviyan me digot dibe ku ew bin."