Derket holê Mesut Ozturk jina pêre zewicî qetil kiriye 2021-05-23 14:42:21     ANTALYA - Li Navçeya Alanyayê derket holê ku Mesut Ozturk ê ji bo Asli Ozturk a pêre zewicî serlêdana windabûyinê kiribû wî Asli qetil kiriye.     Li Navçeya Alanyayê ya giredayî Antalyayê di 20’ê Nîsanê de Mesut Ozturk çû fermandariya cendermeyan û ji bo Aslî Ozturk a pêre zewicî serlêdana windabûyinê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de dîmenên ewlehiyê hatin lêkolînkirin û hat dîtin ku di dîmenan de Mesut Ozturk tiştekî hildikişîne wesayeta xwe.   Li ser vê yêkê cendermeyan Mesut Ozturk xist bin çavan û Mesut di bin çavan de îtiraf kir ku wî Asli qetil kiriye. Hat zanîn ku cendermeyan serê vê sibehê kujer sewqî dadgehê kiriye.   Her wiha di derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike û cenazeyê Asliyê jî ji cîhê ku lê hatibû veşartin hat derxistin û ji bo otopsiyê ew birin morgê.