Li Mexmûrê koma 80'yî greva birçîbûnê dewir girt 2021-05-23 14:37:25     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hatiye destpêkirin, bi biryardariyek mezin berdewam dike. Koma 80'yî îro çalakiya greva birçîbunê dewr girt. Çalakî di roja157'an de didome.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya ku 157 rojin didome îro koma 80'yî ku hemû mamoste ne dewr girt.    ‘Em bi rihe gerîla tevdigerin’   Merasîma dewirgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê koma 79'an jî Emer Tahir  axivî û wiha got: " Ev pêngav ji bo ku serokê me ji zindane bi awayeki fiziki derbikeve hatiye despêkirin.  Gerîlayên me li çiyayên azad bersiva dijmin didin û nahêlin dijmin axa me binpê bike.  Divê em ji ji bo bi gêrila re bibin yek bi çalekiya xwe bersivê bidin dijmin.  heri dawi di êrişên li Garê, ên Herêma Parastina Medya ku çedibin gerila bi awayeki heri xurt bi ser dijmin de diçin û dijmin têk dibe.  Êrişên hewayi tirsek xistiye nava dijmin.”   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nab" . "Bijî berxwedana gerîlla" bi dawî bû