Emîne Şenyaşar: Em li dijî zilmê bibin yek 2021-05-23 11:26:35     RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar 76 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomînin. Malbatê bi rêya medyaya civakî got: “Werin em li dijî zilmê bibin yek.”   Emîne Şenyşar a ku hevjîn û du kurên xwe, di sala 2018’an de, di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re çalakiya xwe ya bi daxwaza “Edaletê” di roja 76’an de, dewam kir. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.   Li dijî zilmê banga yekîtiyê   Her wiha Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang kir û got: “Werin em li dijî zilmê bibin yek. Baroya Rihayê jî ji bo piştevaniyê got  ‘Em ji raya giştî re radigihînin ku em ê heta dawiyê şopînerê doza ku wek Komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê derbasî dîrokê bûye, bin.’ Em ji bo piştevaniya hemû kesan spas dikin.”