Xala 17’emîn berovajî vê pêk anîn 2021-05-23 09:15:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka MKGP’ê Ayşe Guney  xala 17'emîn a Peymana Stenbolê nirxand û diyar kir ku çavkaniya şîdetê ne îfadeyên ku pir zêde di çapemeniyê de dertên yên weke ‘pirsgirêk derûnî’ an jî ‘cînetê’ ye û got sedem newekhevî ye. Ayşeyê da zanîn ku ew bi çapemeniyeke ku newekhevî, şîdet û kuştinan rewa dikin re rû bi rû ne û di vir de alava herî bi bandor a têkoşînê, peyman e.   Di 20’ê Adarê de bi biryara serokomar Tayyîp Erdogan re Peymana Stenbolê hat feshkirin û li dijî vê yekê têkoşîna jinan didome. Jin diyar dikin ku Peymana Stenbolê ya me ye. Di rêzenîvîsa me ya xalên Peymanê de îro jî em bal dikişînin ser rola çapemeniyê. Xala der barê peymanê de wiha ye;   Xala 17- Sektora taybet û tevlîbûna çapemeniyê   1- Welatên alîgir di mijara ku çapemenî  li dijî şîdeta li ser jinan pêşî bigire û rêzdariya li hember jinê zêde bike de, wê polîtîkayan ava bike, pêk bîne û di van mijaran de ji bo klavuz bên amadekirin û  standartên xwe ava bike wê tevlîbûnê teşwîq bike.   2- Alîgir, bi aktorên sektora taybet re di hevkariyê de, di nav zarok, dê û bav û hîndekaran de, ji bo ku li dijî hawira ragihandin û zanîna ku şîdet û zayendê dihewîne, biparêze, wê rêbazên xwe pêş bixîne û belav bike.     Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MHKG) Ayşe Guney xala 17’emîn a Peymanê dinirxîne. Ayşeyê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê di alî pêşîgirtîna şîdeta  li hember jinê û  şîdeta nav malbatê ji holê bê rakirin ji aliyê 45 welatan  û YE’yê ve hatiye îmzekirin û peymaneke berfireh a navneteweyî  di alî têkoşîna li dij şîdetê re ye û got ev peyman di encama têkoşîna bi salan a jinan hatiye bidestxistin.   ‘Rola çapemeniyê ya di têkoşîna li hember şîdetê’   Ayşeyê der barê xalê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Peyman di mijara têkoşîna li dij şîdetê, berpirshariya hemû aliyên civakî bi bîr dixîne. Tenê bi bîr naxîne û tiştên divê bên kirin jî rêz dike. Yek ji van qadan jî çapemenî ye. Di peymanê de ji çapemeniyê re cihekî taybet tê veqetandin û bandora çapemeniyê ya li ser civakê jî vedibêje. Di xala 17’emîn de hem teşeyê çêkirina nûçeya şîdetê hem jî bi giştî şîdet ji holê rabe, tevlîbûna çalak a çapemeniyê tê vegotin.   Di çapemeniyê de hewl tê dayîn ku gumanbar xilas bibin   Çapemenî îro  hêzeke mezin e. Zimanê ku xebatkarên wê bi kar tînin û pêşkêşkirina nûçeyan, analîz û şîroveyên bandor li ser nêrîna civakê ya li hember şîdetê, dike. Di nûçeyên şîdeta li hember jinan de tişta em pê re tên rû hev; Hewl tê dayîn jiyana taybet a jinê bê îfşakirin,  jina rastî şîdetê hatiye, der barê wê de agahiyên berfireh digirin dest û  ev jî jinê di civakê de sûcdar nîşan dide. Ligel vê gumanbar jî tên parastin û xilaskirin. Dîsa ji şîdetê re hincetan derdixin holê (bi şev li derve bû, cilên vekirî li xwe kiribû û her wekî din) bi berfirehî tên dayîn, zimanê tê bikaranîn, parastinên gumanbaran ên li dadgehan jî  bi destê çapemeniyê tê gurkirin. Belê Peyman ji me re dibêje ku ev ziman ji şîdetê re zemînê ava dike.   Xala 17’emîn berovajî tê pêkanîn   Dema mirov li mînakên pêkanîna xala 17’emîn dinêrin, Tirkiye di esasê de berpirsyariyên xalê, berovajî vê pêk tîne û israr dike. Ger ku peyman pêk bihata wê mekanîzmayeke kontrolê ya li dijî çapemeniyê jî pêş biketa.  Çapemeniyeke ji zîhniyeta şîdet, tacîz û kuştinê hatiye parastin hebûna wê zîhaniyeta civakî jî biguheriya.   Çavkaniya şîdetê ne îfadeyên ku pir zêde di çapemeniyê de dertên yên wekî ‘pirsgirêka derûnî’ an jî ‘cînetê’ ye û got sedem newekhevî ye. Em  bi çapemeniyeke ku newekhevî, şîdet û kuştinan rewa dikin re rû bi rû ne û di vir de alava têkoşînê ya herî bi bandor peyman e.   Li şûna ku jinê li dijî şîdetê bêçare, biçûkxistî nîşan bidin divê jinê xurt, serkeftî û têkoşer nîşan bidin. Her tim çêkirina nûçeyên şîdet û kuştinan travmayê diafirîne. Em wek rojnameger êdî naxwazin nûçeyên şîdetê çêbikin. Em dixwazin  nûçeyên jinên serkeftî çêbikin. Ji ber vê em dibêjin peyman dide jiyîn.   Divê xwedî li peymanê bê derketin   Rojanmegerî divê girêdayê nirxên etîkê ya civakî bê kirin. Peymana Stenbolê şansa ku em pîşeya xwe bi hêjayî bînin cih jî dide me. Ji ber vê jî divê hem jin û hem jî mêr, herî zêde jî xebatkarên çapemeniyê xwedî li peymanê derkevin. Divê em xal bi xal peymanê fêm bikin û civakê agahdar bikin. Hat gotin ku wê peyman di 1’ê Tîrmehê de rabe. Lê Peyman bi Îmzeya yek kesî neket jiyanê. Ji ber vê jî nikare wisa bê rakirin. Divê demildest ji vê biryarê vegerin.”